Diyarname
Kovara fanzîna "Flashhilat" heta niha 5 hejmarên xwe derxistin û niha ji bo ya 6'an amadehî dike.
"Flashhilat" ku li ser fotografiyê dinivîse diruşma wê jî "fanzîna ji fotografiyê dinizile" ye. Hejmara xwe ya 1'em di meha reşemî (sibat) de derxistiye û heta niha her mehê yek weşandiye. Hejmara dawî di meha pûşperê (hezîran) de weşandiye. Di vê hejmarê de çîrok, bîranîn û bi vegotinan nivîsên fotografîk hatine weşandin.
Şerîf Polat bi "Birayê Biyanî", Înan Eroglu bi "Keziyên Li Ser Avê" di fanzînê de cih girtiye.
Dilxwaz Aslan, fotografê hiznî yê heyranekî Gabriel Garcia Marquez radigihîne û Rêbîn Ozmen jî behsa makîneya Gertrude Bell ya li Mîdyadê hatiye dizîn û bi şûnde lê vegerîyaye dike.
Flashhilat li Rihayê dertê û ji bo nivîs û fotografan heqê telîfê dide. Flashilat niha amadehiya hejmara 6'an dike.
Ji bo têkilî: flashhilat@gmail.com


