Diyarname
Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî dest pê kir. Kesên biwazin beşdar bibin divê heta 15'ê gelawêjê berhemên xwe bişînin ber destê amadekaran.
Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê organîzekirin. Îsal 16'emîn sal ve ku çalakî her sal li dar dikeve û îsal di 5 beşên cuda de pêşbazî li dar dikeve.
Pêşbazî bi zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) û tirkî di warê helbest û çîrokê de li dar dikeve.
Kesên ku bixwazin beşdarî çalakiyê bibin divê heta 15'ê gelawêja 2008'an berhemên xwe bigihînin ber destê amadekarên pêşbaziyê. Di meha sermawezê de bi merasimekê dê xelatên kesên ku bi ser ketine bêne dayîn.
Li gor agahiyên komîteya amadekar endamên juriyê ev in:
Di beşa çîroka bi kurdî de: Xelat Ahmed, Firat Cewerî, Cîhan Roj
Di beşa çîroka bi tirkî de: Evrîm Alataş, Yildirim Turker, Murat Uyurkulak
Di beşa helbesta bi kurdî de: Jana Seyda, Arjen Arî, Ehmed Huseynî
Di beşa helbesta bi tirkî de: Zerrîn Taşpınar, Huseyîn Ferhad, Ronî Margulîes
Di beşa çîrok û helbestên bi zazakî de: Kamer Soylemez, Haydar Diljen, Îlhamî Sertkaya
Di çalakiya îsal de her wiha wê "Xelata Rûmetê ya Çalakiya Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî" bidin nivîskarek ciwan ku ji bo wêjeya kurdî kedê didin.
Xelat, wê ji aliyê lijneya ku ji Zana Farqînî, Helîm Yusiv û Mizgîn Bîngol ve pêk tê ve bê dayîn.
Şertên tevlîbûna pêşbaziyê:
- Zimanê beşdarbûna pêşbaziyê bi kurdî (kurmancî, zazakî) û tirkî ye
- Berhemên ku bêne şandin divê berê li ciheke nehatibin weşandin.
- Beşdar dikarin di beşa helbestan de bi 2, di beşa çîrokan de jî bi berhemek tevlî bibin.
- Divê beşdar jiyana xwe tevî navnîşana xwe, herî dereng di 15'ê gelawêja 2008'an de bişînin. Divê li ser kaxiz û bi awayekî ku mirov bikaribe bixwîne, ji van navnîşanan re bişînin.
E-mail: info@yxk-online.com
Navnîşan:
Çalakiya Wêjeyê ya Huseyîn Çelebî Postfach 290227 50524 Köln / Almanya
Agahiyên berfireh: www.yxk-online.com


