Diyarname
Pukmedia ku medyaya YNK'ê ye îro nûçe wisa ragihandiye: "Îro Politburoya Yekîtiya Nîştimanî bi komkirina dengan biryarên (Bafil Celal Talebanî) derbarê dûrxistina (Lahur Genkî Burhan, Jîno Mihemed, Şadman Mela Hesen, Ala Tehsîn Hebîb) ji partiyê pesend kir. Herweha cemidandina (Aras Cengî Burhan) bo heyama 6 mehan, biryar piştî bidawîhatina wexta radestkirina îtirazê hatin pesendkirin û hemû tedbîrên rêkxistinî hatin girtin, û biryar li gor biryara dawî yê bernameya navxwe ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hatine girtin."
Ji nûçeyê tê fêmkirin ku Bafil Talabanî biryar girtine û Polîtburoyê jî biryar erê kirine.
Li aliyê din hat ragihandin ku Lahûn Şêx Cengî 2'yê mehê nameyeke ji bo polîtburoyê şandiye biryarên hatine girtin red kiriye. Cengî gotiye ew van biryaran û biryarên derbarê hevalên wî de red dike, ji ber ku ne li gor civîna fermî ya serkirdayetiyê hatine dayîn.
Pirsgirêk roja 8'ê tîrmeha 2021'ê de di navbera Hevserokên YNK'ê Bafil Talabanî û Lahûr Şêx Cengî de derketibûn. Ji wê rojê de mesele çareser nebûye.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Sekreterê Serkirdayetiya YNK’ê ji bo çareseriyê 3 daxwaz pêşkêş kirin
- Biryara binçavkirina Lahur Şêx Cengî hat girtin