Diyarname
Memûrên li ser wesiyeta Serokdewletê berê yê Afrîkaya Başûr Nelson Mandela xebitîn diyar kirin ku Mandela bi qasî 4 mîlyon dolarî zêdetir mîrate li dû xwe hiştiye.
Weqfa malbata Mandela dê ji mîrateyê 130 hezar dolar û para mafê telîfê bigire. ANC'ya (Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê) li desthilatdariyê de, hin kesên xizmeta şexsî ya Mandela dikirin û hin dibistan jî dê ji mîrateyê par bigirin.
Memûran got ku jina sêyemîn a Mandela Graca Machel ku mafê wê heye nîvê mîrateyê bigire, belkî dest ji mîrateyê berde û qet negire.
Di nav mîrateya ku Mandela hiştiye de xaniyeke buha ya li Johannesburdê, xaniyek mutewazî ku li Eastern Cape ku li wir hatibû dinê, mafê telîfê ya pirtûka wî ya otobiyografî "Rêya ber bi azadiyê ve diçe"..