Omer Dilsoz
Bi peymana Qesrê Şirîn, di 17’ê gulana 1640’an de welatê me Kurdistan bi awayekî resmî dabeşî nav sînorên du dewletan bû û bû du parçe. Ev peyman, di navbera Siltanê Osmanî Muratê 4’emîn û Şahê Îranê (Desthilata Safewî) de hatibû pêkanîn.
Li dora 450 sal di ser wê peymanê re derbas bûn. Niha welatê me di nav sînorên fermî yên çar dewletan de parçe kiriye û ji bilî Başûr (Herêma Kurdistanê) li parçeyên dîtir xwedan tu statuya resmî nîn e.
Vê pêlê gelek pêşketin, li pey hev pêk hatin.
Gava em rojevê bidin ber ronahiya nirxandinê; em ê bibînin ku bayê guherîn û serhildanên li Rojhilata Navîn û tirsa şikestina desthilatê hema bêje xewa şevê li hemû serdarên welatên herêmê tirsandiye.
Yek ji van welatan ku xwedan pirsgirêkeke navxweyî ye jî Tirkiye ye.
Ji ber hindê, desthilata vî welatî, ji bo parastina statûya xwe û rêgirtina li peşka serhildanê ku welatê wî jî venegire, hemû cureyên polîtîkaya bergirî û dilnermkirinê, xapandin û biserdeavêtinê têne bikaranîn.
Tirkiye û desthilata wê, ji bo girara pirsa (doza) kurdî bi sere wê de nerije, hemû hunerên xwe bi kar tîne û heta ji dest tê, hewl dide vê pirsê di bêdengiyê de bihêle û wisa ‘tepeser’ bike.
Ber bi hilbijartinên giştî ve, hikumet û serokê wê, hewl dide karta kurdî li ber destê xwe bihêle û bi tevdîrên eko-civakî vemirîne û nehêle li welatê wî, serhildana gel a sivîl belav bibe.
Ji ber vê jî, di vê çarçoveyê de Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, berî çend rojan di çarçoveya serdana xwe ya li Iraqê de, gihîşt paytexta Herêma Kurdistan Hewlêrê û li vê derê beşdarî vekirina Balafirgeha Hewlêrê bû û hin peyman di gel desthilata kurd mor kirin.
Gelek li ser vê serdanê hate nivîsandin; her wiha ji gelek aliyan ve nirxandin li ser hatin kirin. Wekî her care yên nêzî “desthilatan” hewl dan pariyekî pozîtîf ji vê derxin, yên dûrî wê jî bi çavekî cudatir lê nihêrtin.
Li nik me kurdan bûye edet, kengî liv û bizavek di navbera kurd û tirkan de li qatên jorî pêk were, ligel şik û gumanan, hin hêvî jî çêdibin.
Ne aliyê tirk, ji şikên xwe xilas dibe di pêwendiyên bi kurdan re, ne jî kurd zêde piştgerm dibin bi nêzîktêdayînên desthilata tirk. “hesasiyetên” me kurdan û “xêzên sor” ên wan, tim di navbera aliyan de perdeyeke nepenî çêdikin û dikevin pêşiya têkiliyan.
Ji vê serdanê, tişta ku qet nehat behskirin ew bû ku desthilata tirkan daxwaz ji hikumeta kurd kir ku di navbera xwe û kurdên jorî (Bakur) de xêzeke stûr a sor bikêşe û jêk vebibe.
Li gorî hin pistepistan, hate destnîşankirin ku desthilata tirk ji hikumeta kurd xwestiye ku projeyên xwe yên bo kurdan di nav sînorê herêmê de berteng bihêle nexasim jî zimanê herêmê bi awayekî de fakto bike Soranî û bi fermî herêmê wek Soranistan ragihîne.
Li beramberî vê jî ji desthilata kurd re gotiye, xwe têkilî “kurdên me” neke, heke ziman û perwerdeyek ji wan re pêwîst be em ê bidinê. Ango, ew ê kurdên kurmancî, yên we jî kurdên soranî bin.
Bi vî awayî, bi awayekî fermî, Kurdistana ku di nav çar dewletan de xwedan çar kultur û çar zarava ye, êdî bi fermî dibe Soranistan û Kurmancistan.
Ji ber hindê jî, navê vê girêbest û pêkhatinê tîrkirin û nûkirina peymana Qesrê Şirîn e.
***
Nivîsên Omer Dilsoz ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bîr û boçûnek çend-alî li ser romana kurdî
- Kê, çima ÎBO birîndar kir?
- Dîjle can, 6 heyv e ronahî didî jiyana me
- Êvarek ji zivistana gundî
- Kurdistana 2011'an…
-Çîroka herî kin
- Bangên xwedîtiyê û ‘xwelîseri’ya karê kurdî
- Ji bilî me kurdan kes nabêje ‘dewê min tirş e’
- Sibeya cejnê li Mexmûrê
- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin
- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’


