Diyarname
Di 50’emîn salvegera mirina hunermendê spanyolî Pablo Picasso de du welatan bi hev re pêÅŸangeheke taybet saz dikin. Spanya û Fransa bi hev re dê vê pêÅŸangehê saz bikin û ji bo xwe kirine armanc ku mîrateya wî ragihînin hemû Ewropa û Amerîkayê.
Hunermendê navdar Pablo Picasso roja 25’ê kewçêra 1881’ê hatiye dinê û 8’ê avrêl/nîsana 1973’yan miriye. Ew wekî nûnerê kubîzmê tê hesibandin. Sala bê 50’emîn salvegera mirina wî ye. Ji bo vê yekê ji niha de amadehiyên bîranînê têne kirin.
PêÅŸangeh dê sala 2023’yan hem li Ewropa hem li Amerîkayê bê sazkirin û berhemên wî dê di nav de cih bigirin.
Navê “The Picasso 1973-2023” li pêÅŸangehê kirine û wisa gotine, “Hurmet ji bo vî kesê prensîbên bingehîn ên Ewropayê pêÅŸkêÅŸ kirine, mafên mirovan û azadiya ramanê parastiye.”