WAN
Piştî ku polîsan bi gaza îsotê êrîş biribû ser Şaredarê Wanê Bekîr Kaya û parazvanên wî bi hezaran kes li ber Şarederiya Wanê kom bû, rêya trafîkê birî û êrîşa li dijî Kaya şermezar kir.
Maça Lîga 2'emîn a di navbera Wanspor a Şaredariyê û Elazigsporê de pêk hat û maç 1 û 1 bi dawî bûbû. Piştî maçê Şaredarê Wanê Bekîr Kaya xwest derbasî salona protokolê bibe, lê polîsan destûr nedabû û gaza îsotê û Sprey avêt ser rûyê Kaya. Piştî parazvanên Kaya ketin navbera Kaya û polîsan, polîsên din ên li salonê jî dest bi mudaxaleyê kirin û derb li parazvanên Kaya xistin
Piştî bihîstina bûyerê bi hezaran kesên ku di nava wan de hevserokên BDP'ê yên bajêr Cuneyt Canîş, Fevziye Şîran, Şaredar Bekîr Kaya, Şaredarê Artemêta Abdulkerîm Sayan, encumen û xebatkarên şaredariyê heyî li ber avahiya şaredariyê civiyan û çalakiya rûniştinê pêkanîn. Çalakvanan rêya trafîkê birî û dirûşmên wekî "Destê dirêjî serok bibe bişkê" "Walî îstîfa" berzkirin.
'EV ÊRIŞ BÊ BERSIV NAMÎNE'
Hevserokê BDP'ê yê Wanê Cuneyt Canîş, li vir xîbatê gel kir, helwesta polîsan şermezar kir û da zanîn ku li dijî siyasetmedar û hilbijêrên kurd rojên dawî êrîş zêde bûne. Canîş, bang li Waliyê Wanê kir ku îstîfa bike û ji Serokwezîr xwest ku walî ji peywîrê bigire.
Canîş, da zanîn ku piştî bûyera Parlementerê BDP'ê yê Êlihê Bengî Yildiz û Parlamentera Stenbolê Sebahat Tuncel, li hemberî parlamenterên wan helwesta lîncê pêşketiye. Canîş, anî ziman ku ev êrîş bê bersiv namîne û ew dê her dem şermezar bikin.