Diyarname
Navenda PEN a Kurd li ser şewitandina cihê radyoya Arta FM ku li Amûdê weşan dikir daxuyaniyeke nivîskî weşand û xwest bûyer bê ronîkirin.
Di daxuyaniyê de wisa hat gotin: "Herî dawî li rojavayê Kurdistanê li Amûdê ji aliyên hin koman ve êrîşek bi ser radyoya Arta Fm ve hatiye kirin û cihê wan hatiye şewitandin.
Bêguman her kes wekî mûhatab desthilatdariya anha nas dike û ji wan daxwaz dike ku ev yek bê ron kirin û kesên ev yek kiribin bên darizandin û desthilatdariya li Rojavayê welêt bi adaleta xwe baweriyê bide hemû niştecihên ku li rojava dijîn ku bejin ji hemû tiştên we em berpirsiyar in û wê tu carî ji aliyên Kurdan ve tu kes di bin neheqiyekê de nejî.
Emê şopdarên vê bûyerê bin û ji bo zelalkirina wê emê benda agahiyên rayadarên Rojava bin."