Diyarname
Rojnameger û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bilal Guldem li ser tora civakî vîdyoyek belav kiribû. Di vîdyoyê de di bin navê "çalakiya nimêcê" de zarok hatibûn îstîsmarkirin. Piştî belavkirina vê vîdyoyê dîsa bi ser tora civakî re hin kesan rojnameger Guldem tehdîd kiribû. Parêzeran der barê 18 kesên ku AKP'yî û Huda-Parî ne ku wan Guldem tehdîd kiriye serî li dozgerî da.
Parêzeran bi gotina "Heqaret, tehdîd, dehfdana gel ber bi kîn û neyartiyê, û biçûkxistin"ê ji dozger xwest lêpirsîn bê kirin û doz bê vekirin.