BDP û KCD'ê îro Raperîna Sivîl (Bêîteatiya Sivîl) da dest pê kirin. Ji bo vê Hevserokên BDP'ê Selahattin Demirtaş, Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr jî têde 10 hezar kes li Amedê, li Koşûyoliyê hat ba hev û ber bi Mêvanxaneya Şaredariyê ve meşiyan û li wê derê rûniştin. Çalakî Raperîna Sivîl wisa dan dest pê kirin.
Di vê navberê de Baydemîr çû cem gel ên li Koşuyoliyê. Li wê derê çû ser panzêrê. Polîsamn xwest ew dakeve, wî bersiv da: "Ev panzer bi bacên ku me daye hatiye standin, panzer a min e. Çawa ku erebeyên şaredariyê yên min in, panzer jî a min e, ez danakevim."
BDP'ê û DTK'ê diyar kirin ku ji bo daxwazên "Perwerdehiya zimanê zikmakî", "Serbestberdana girtiyên siyasî", "rakirina benda hilbijartinê" û "bidawikirina operasyonan" pêk bên van çalakiyan li dar dixin.
Demîrtaş: Muhatabê me Serokwezîr e
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li vir axaftinek kir û diyar kir ku muhatabê wan ne polîs û ne walî ye, muhatabê wan ên siyasî û Serokwezîr Erdogan e. Demîrtaş, wiha got: "Em li vir siyasetê dikin. Ji ber vê yekê muhatabê me ne leşker, ne polîs in, muhatabê me Wezîrê Karên Hundir û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan e."
Demîrtaş, mudaxaleya polîsan a li dijî "Konê Çareseriya Demokratîk" a Êlihê jî şermezar kir û anî ziman ku ev mudaxale li dijî mafên mirovan û hiqûqê ye. Hevseroke KCD'ê Ahmet Turk jî diyar kir ku çiqas çalakiya wan asteng bikin bila bikin, dê çalakiya xwe ya rûniştinê li vir bidomînin.
Li Batmanê mebûs bi erdê re kişandin
Li Amedê zêde xirecir nîn bû lê li Batmanê polîsan kon rakir, êrîşê gel kir û ew belav kir û mebûsên kurd ji erdê re kişandin.
Mebûs Bengi Yildiz, Ayla Akat Ata û Wekîlê Şaredar Serhat Temel çalakiya rûniştinê li dar xist. Roj derket ew rûniştî bûn, baranê dest pê kir, wan jî sîwana xwe derxist û rûniştina xwe dom kir. Dîmena wan her sêyan wekî dîmenên fîlmên sînemayê bû.
Ber êvarkî BDP'yiyan dîsa xwest konê aştiyê deynin lê dîsa pêşî hat girtin. Sibê dê ev çalakiya wan dîsa bidome.
***
Nûçeyên eleqedar:
- BDP û KCD çalakiyên 'raperîna sivîl' dide dest pê kirin