Pirsgirêka bingehîna roja me ya îro
Nabî YAGCI
Li ser navê operasyona KCK’yê ji 80’yî zêdetir kes, 17 þaredar bi daxwaza girtinê di bin çavan de ne; ji ber derketina mina rê, ez mecbûr im ku van rêzikan zû binivîsînim, lewma ez berî ku encamên vê operasyonê bi dest bixim dinivîsînim.
Heke hûn dixwazin Pêþîlêvekirina Demokratîk biqedînin encax ev dikaribû bihata kirin û evqas dikaribû bihata kirin. Ew dîmena mirovên ku destên wan bi kelemçe û rêz bi rêz, di her milekî wan de bi polîsekî hatibûn rêzkirî, wê demeke dîrêj û belkî jî qet ji bîra me neçe. Min þerm kir. Gotineke ku ez bêjim nîn e. Em beyxûde li ber deriyê Yekitiya Ewrûpa nesekinin, me nastînin, çima bistînin ku, heke ez bim ez jî nastînim. Dê bêjin ku, berê bi awayekî mirovane li mirovan tevbigerin piþtre em ê li mijarên din mêze bikin. Ez ê jî wisa bêjim.
Di vê meselê de tiþtek heye, ma ev hemû tiþt ligel hikûmetê dibin? Edî tu wateya van pirsan nîn e. Eger di çareserkirina pirsgirêka Kurd ya weke mijareke ku hewcedariya hesasiyetên awarte dixwaze de, heke ku hûn nikarin pêþiyê li prowakasyonên wan, ên ligel we ku li ser navê we dê encamê derbixe bigrin, wê demê rewþa we ew e; “Heke tuyê nikaribî çima tu xwe li vî karî da tînî. ”
Ez þiroveya vê meseleya ku ravekirina wê hinekî bi zehmet e ji paþê re dihêlim. Jixwe tiþtekî wê yî ku were þîrovekirin jî nîn e.Heke ji aliyê hikûmetê ve daxuyaniyek were kirin, piþtre mirov dikare di der barê rewþa ji vê þunde de tiþtekî bibêje.
Wisa xuya dike ku, hikûmetê xeta Erbîl û Amedê weke xeta stratejîk pejirandiye. A rast ji bo ku min ji vê fikar dikirin, di du nivîsên xwe de ez bi taybetî li ser sekinîbûm. Ev tercîh tercîheke stratejiyeke þaþ e. Bêguman pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke ku li derveyî sînorên Tirkiyeyê jî heye û bêguman dê hemû parçe li ber çavan bên girtin, lê di dawiya dawîn de pirsgirêka ku em hewl didin çareser bikin, ya hemû kesên ku wê di nav sînorên Tirkiyeyê de bijîn e. Jiyana bi hev re encax bidestxistina encameke ku xwe bispêre pejirandineke hevpar wê bê wateya ku gihîþtandineke adîl û demokratîk pêk hatiye. Û encax wê demê dê wateya çareseriyeke mayînde bigre. Heke newisa be, ev tê wateya berdewama polîtîkayên dewletê yên zordariya qutifandinê, asîmilasyonê û tunekirinê ku 80 salan ajotî, ya bi awayekî xwenûkirî dîsa mîna berê. Hinekî cincilandina wê naverokê naguhêre.
Divê çareseriya demokratîk tenê di “mafên kesane” de jî neyê sînorkirin. Bi salan berê, di der barê Cihûyan de nîqaþeke wisa hatibû kirin. Tezeke ku gelekî azadîxwaz û lîberal dixuya hebû. Bi kurtasî digot ku, em têkiliyê bi aîdiyeta tu kesî ya nîjadî û olî nakin, lê em dibêjin ku divê qada jiyana hevpar ji van were cudakirin û divê bê kêmasî li ser maf û azadiyên kesan were bi cî kirin. Ev teza lîberala ku gelekî xwerû dihat xuyakirin, di rastiyê de di nava xwe de otorîtarîzmeke weþartî dihewand. Bi bêparhiþtina hemû kinc û hemû aîdiyetê mirovan ew ji miroviyeke rastîn, ji kesayetiyeke ku bi xwîn û bi goþt pêkhatiye dikir, encax mafên ku ji robotekî re derbasdar bin dida vî. Mirovekî ku rûyê vî tuneye. Dîsa em dibînin tezên ku diþibin li Fransaya îroyîn ji nû ve tên cincilandin û nîqaþkirin. Ji xerîban re dibêjin “Em amade ne ku hemû cure mafên we bipejirînin,lê divê bes hûn asîmîle bibin.”
Ji dema Aristoteles û Platon vir de pirsa sereke ya felsefeya siyasetê, “baþiya hevpar çi ye” bû. Îro cihê ku felsefeya siyasetê gihîþtiye jî,cihê ku “baþiya hevpar ” encax hevpar, bi hev re dikare were dîtin e. Hewcedariya demokrasiya beþdar û demokrasiya gotubêjker ji bo vê ye. Bêguman gotubêj tê wateya nîqaþ,rexne û pêþniyazê û hevbandoriya beranberî ye. Lê dê di encamê de her kes tercîha xwe bixwe bike. Dê kes ji kesî re “ evîna te baþ e” ferz neke. Di encamê de wê sentez ne, movikî hev bûn, tûniyeke yekpare ne, piranîparêzî, asîmilasyon ne,entegrasyoneke ku wekhev mafdar e derkeve. Ya ku ez dibêjim tenê ji bo cudatiyên nîjadî, çandî û maf û azadiyên ku ji vir der tên ne, ji bo aîdiyetên olî, azadiyên bawerî jî derbasdar e. Hekena çandîbûna piranîparêz wê bihata wateya bêçandîbûnê.
Edî em bi niyeta mûzê dev ji bilêvkirina demokrasiyê berdin. Di dema ku pirsgirêka turbanê bûbû mijara nîqaþên bi coþ, di devê her kesî de peyva “demokrasiya beþdar” hebû; demokrasiya beþdar li ser zar û zimanan nediket. Li hember alîgirên laîsîzmên mîlîtan, ligel AKPê me hemûyan xwe têr þidandî bi teza demokrasiya beþdar ve girêdabû. Em mafdar bûn.Wan deman serokwezîr, en ku li dij derdiketin dixwest ku feraseta xwe biguhêrînin.Mafdar bû. Me piþtgirî didayê.
Lê an niha?
Gava ku Kurd dibin mijara axaftinê beþdarîbûn tê jibîrkirin? An jî ji bo beþdarbûna kê û çawaniya wê ma ên li aliyên din dê biryarê bidin?
Ez naxwazim hestên xwe yên edaletê winda bikim. Kirina karên baþ ên AKPê yên di warê guhêrandina demokratîk de qet ji bîr nakim, lê ez ji yên ku di serî de difikirin ku ew ê were li sînorekê bisekine me. Hîn jî ne di wê baweriyê de me ku ev yek pêk hatiye, ez difikirim potansiyelên ku bên bikaranîn hene. Lê dibe ku rastî bi vî awayî pêk neyê jî. Ne gengaz e ku tengasiyên ku hikûmet pê re rû bi rû maye fêm nekî. Lê hemû tengasî yek tiþtî dibêjin: Êdî bi basîret bin û gavên stratejîk bavêjin, hekena wê sibê tenê ji bo we ne, ji bo her kesî, ji bo welatê me jî gelekî dereng bibe.
Gotina dawî: Di vê rewþa nû de him hewcedariya desthilatê him jî ya Welêt bi muxalefeteke gelekî çalak û demokratîk heye. Bi radeyeka jiyanî. Hewcedarî bi Partiya Aþtî û Demokrasiyê bi bandor, bi awayekî partiyeke Tirkiyeyê ya hêzdar û bi awayekî partiyeke muxalefetê ya demokratîk ku derkeve holê heye. Ji bo vê yekê divê çi ji destan were bê kirin.
Bi baweriya min pirsgirêka bingehîna roja me ya îro ev e.
Ji Tarafê hatiye girtin
Wergera ji Tirkî: Sabrî Oymak
Siyabend_2004@hotmail.com