Diyarname
Hunermendê navdar Sami Yusuf ji bo konsereke taybet a Remezanê tê Stenbolê û dê li Harbiyeyê konsera xwe pêşkêş bike.
Sami Yusuf du sal berê jî hatibû Stenbolê û li Feshaneyê konsereke pêşkêşî 50 hezar kesî kiribû. Ew vê carê li Harbiyeyê dê muzîka xwe pêşkêş bike
Sami Yusuf bi eslê xwe ji Azerbaycanê ye û di sala 1980'yî de li Tehranê hatiye din. Ew li nav malbateke muzîkar mezin bûye û hê di zarokatiya wî de bavê wî jêre mamostetiya muzîkê kiriye. E di 18 saliya xwe de bursa bestekarî ya Akademiya Muzîkê ya Kraliyeta Londonê ku yek ji saziyên bi prestîj a dinê ye bi dest dixe.
Yusuf ku xwedî gelek agahiyên li ser teoriya muzîkê û meqamên Rojhilata Navîn e, bi dengê xwe yê dawûdî, bi şiroveya xwe ya xurt jî di serî de li Îngilistanê, Ewropa û Rojhilata Dûr xwedî gelek guhdaran e. Ev çend sal in jî li Tirkiyeyê nav û dengê wî belav bûye.
Stranên wî yên ku herî zêde têne zanîn jî “Sallallahu aleyhi vesellem”, û "Allahu alllah" in. Ew wekî Tarkanê oldaran tê nasîn. Yusuf ji ber ku beşdarî bernameyeke Roj TV bûbû (rezber 2007) li Tirkiyeyê ji aliyê hin çapemeniyê ve hatibû rexnekirin.
Konsera wî 04.09.2009'an, saet 22.00'an de ye.
Bilêtên konserê di navbera 56 TL û 215 TL'yan de dighere.
Albumen wî û stranên têde:
Al-Mu'allim (2003)
- Al-Mu'allim
- Who is the Loved One?
- The Cave of Hira
- Allahu
- The Creator
- Meditation
- Ya Mustafa
- Supplication
My Ummah (2005)
- My Ummah intro
- My Ummah
- Hasbi Rabbi
- Ya Rasulallah
- Try Not to Cry featuring. Outlandish
- Muhammad (S.A.V)
- Make a Prayer
- Eid Song
- Free
- Dua
- Mother
- We Will Never Submit
Vaye strana wî ya "Al-Mu'allim":