Diyarname
Ji bo hilbijartê lîsteya hilbijêran hat daliqandin. Ji vir navê xwe qontrol bikin.
Li gor pêvajoya hilbijartinê ya ku YSK'ê (Lijneya Bilind a Hilbijartinê) diyar kiriye îro lîsteya hilbijêran li moxtariyan hatin daliqandin.
Lîste heta 31'ê adarê dê daliqandî be. Yên ku berî 12'yê pûşpera 1993'yan hatine dinyayê dê bikaribin di hilbijartinê de dengê xwe bikar bînin. Yên ku navê wan di lîsteyê de nîn be ji bo deng bidin divê navê xwe qeyd bikin. Xwendekarên zanîngehan jî li kîjan bajarî bin heta 31'ê adarê li wê derê navê xwe bidin nivîsandin dê bikaribin dengê xwe bikar bînin.
Ji bo kesên li derveyî Tirkiyeyê jî YSK dê bi ser înternetê re listeyê biweşîne.
Ji bo hûn li navê xwe binêrin ku di lîsteyê de heye yan na, bitikînin: YKS-LÎSTE


