Diyarname
Ji bo têkiliya ticarî ya Tirkiye Û Iraqê bê sazkirin li ser sînora Zaxoyê deriyeke nû vedibe.
Wezîrê Ragihandnê ya Iraqê li ser vê yekê bi Balyozgerî Bexda yê Tirkiyeyê re xeber da. Derî wê li navçeya Silopiyê ku berê xwe dide Zaxoyê vebe. Deriyê nû dê nêzî Deriyê Sînorê yê Xelîl Îbrahîm, li herêma Şinave be.
Ji bo vekirina deriyê demek berê ji Bexdayê komîsyoneke hatibû û ev der teftîş kiribû.
Li navçeya Şirnexê Silopiyê Deriyê Xabûrê jî heye ku ji wir rê derbasî başûr dibe.


