Fêrgîn Melîk Aykoç
Berê her tiştî divê ez vê bibêjim; ez li dijê her cûre geflêxwarinên kuştinê me. Bi navê kê û çi dibe, bila bibe, wello ev geflêxwarina kuştinê li hemberê cerdewanên xwenda yê çepel jî be, di cihana îroyîn de nayê pejirandin.
Lê divê mirov ji bo eşqa hin der û doran hişyarkirin û geflêxwarinan jî tevlihev neke. Dema heval û dostekî/e mirovan, hezkiriyekî/e mirovan têkeve ser rêya şaş, mirov bi dostanî wî/wê şiyar deke. Wek mînak; birêz Ocalan ji hunermend re gotibû: “Bila xwe nede bikaranîn!” Eger mezinekî/ê yan jî rêberekê gel vê ji mirovan re bibêje. Ev ji bo mirovan dibe rûmetekî. Ev tê wê wateyê ku ew rêberê gel payeyekê dide mirovan. Bêguman ku mirov bixwaze vê têbigihîje!
Bulent Arinc
Li gor belgeyan Arinc neviyê Derwîş Mehmet ê naxşîbendî ye ku wî bi tevê koma xwe li Menemenê serî hildabû. Li gel wê, Arinc jî bi tevê Abdulla Gul û Erdogan di nava MTTB (yekitiya xwendekarên tirk yên netewî) hatiye perwerde kirin. Dû re di nava partiyên sentêza turk-islam wek MSP, FP, RP, AKP de cih girtiye. Di pêvajoya salan de ew pir baş hatiye amade û perwerdekirin. Jixwe yekê ku wê bîrdoza dewletê baş di mêjiyê xwe de nede rûniştin, ji xwe re neke felsefa jiyanê û vê nede peyîtandin, dewleta kûr bi wî/wê baweriya xwe neyne, nikane bigihîje hinek cih û meqaman. Bi taybetî jî ku ew neviyê serhidêrekî be!
Dema Bulent Arinc wek serokê meclîsê hatibû hilbijartin, wî ev reng û sadiqiya xwe wiha anîbû ziman:
“…Ev meqam, li ser bîrewariyên kûr yên Tirkiyê rûniştiye, şeref û rûmeteke divê hîç neyê ji bîrkirin , temsîl dike. Ev meclîs; parastgeha wê îradeya herî mezin, yaku di nava dûxana agir û barûtê, gurîna top gulleyan de li vê çolistana zip û zuha gel û netewa me bi nû ve afirandiye, ye…”
Li pey M. Mir Dengîr Firat bi birêz Ahmet Turk re têkilî danî, ew ji wî erkî avêtin û cigiriya serokê AKP dan Bulent Arinc. Ango her çendî Dengîr Firat mirovê wan jî bû, ji ber ku nijadkurd bû, baweriya wan bi wî nehatibû. Di cihê wî de erkê têkiliyên bi kurdan re dan Bulent Arinc û Atalay. Lew re her du jî peyayên dewleta kûr û pisporên şerên psikolojîk in. Ew qaşo suikqasta li dij Bulent Arinc jî, bi dîtina min tenê seneryoyekê bû. Bi wî awayî ew di çavên hin der û doran de kirin qehreman (Ez bawer dikim ku her kurdê Tirkiyê nas dike vê dek û dolabên dewleta kûr dizane).
Arinc ji zû ve li pey hin kesên ku bikane di bala giştî ya kurd de deng vede û ew jî bikanin vê li dij Tevgera Azadî bikarbînin, bû. Lewre Armanca wan ew e, ew bikanin hêza ku îradeya kurd li pê digire, doza kurd û Kurdistanê derdixe pêşberî wan, têk bibin. Ew baş dizanin ku bi têkçûna Tevgera Azadî bi naveke din hêza bi bîzav û çekdar re, hemû kom û komikên din jî têkdiçin, yan jî di bin çengê wan de hêdî hêdî rengê wan digirin. Ji wê ew bi ekîba xwe re li hin navendên Eweropa derketin nêçîrê, têkilî danînê.
Ji bo wan vegera kesên bi navê a, b, c, d. Yan jî hunermendên bi navê d, e, f, g h. Ne girîng in. Tenê tiştên spekulatîv ên ku mirov bikane di bala giştî de wek bangaşiyeke şerê pîsikolojîk bikarbîne, girîng e. Bala xwe bidinê; Arinc, bi hevdîtinekê tevahiya rojeva kurdan tevlihev kir. Di qada çapemeniyê de jî be, em kurdên qaşo xwenda berdan hev. Êdî di nava vî pevçûnê de yê mafdar û ne mafdar ne girîng e. Dewleta kûr û Arinc gihîştin hedefa xwe.
Lîberal
Bêguman wateya vê peyvê tê zanîn. Pêdivî bi şiroveyê jî nîne. Lê dîsa jî mirov dikane bibêje: Lîberal; kesên qaşo her tişt, kesayetî û cudahiyan wek hev dibîne, ne. Lê li Tirkiyê wateya her tiştî belovajî ye. Lîberalê Tirkiyê jî rengên xwe li ser bingehê perwerdeya dewleta kûr û şovenîzma netewa tirk wergirtine. Li gor vê konseptê wêneyê tirkan û yên netewe û kêmnetewan ji hev cûdane. Tirk li ser biçûkxistina gel û neteweyên din hatine perwerdekirin. Mirovên wan ên ji rêzê jî, yê xwenda jî, bi heman rengî ne. Wek mînak: Ew, li vir Almanyayê diçin tûvaletên almanan paqij dikin; lê dema hat axaftinê jî “pîs gawir” dibêjin.
Gava em mamosteyên bi fermî dixebitin, diçin perwerdê. Mamosteyên tirk bejna xwe li ber Almanan ditewinin, lê ji jor ve li me dinêrin. Her çendî piraniya wan wek gayên xwedê ne jî, carnan hewl didin ku qaşo aqil bidin me. Li hemberê kurdan û zimanê kurdî helwesta mamosteyên wan ên komunist, demoqrat, lîberal, dîndar û faşîstên yek e û li dij me yekpare ne. Ji wê jî em mamosteyên kurd bi wan re tim di nava pevçûnê de ne.
Dema mirov bi tirkan re li ser mijara kurdan dipeyive, ew hima dibêjin: “Ciranê (heval, dost) me yê kurd heye, pir baqil û baş e, hîç wekî we nafikire. Ji bo Tirkiyê, canê xwe dide!” Yan jî “dîndar e, enternasyonalîst e, demoqrat e, lîberal e.” Nizanim hê çi quzulqurt û çi ziqûm.
Bêguman ev li welat jî wiha ye. Rastiya kesayetiya perwerda tirk ya faşîst û nijadperest afirandiye ev e.
Li aliyê din hemû sazî, beş û kesayetiyên vê netewa tirk li hemberê mijara kurd û Kurdistanê yek li jêr, yek li jor wekî hev difikirin. Tenê carna yek rola êşkencekarê baş, yek jî rola êşkencekarê bêwijdan werdigire. Wekî din tu cudahî di navbera wan de tune. Ji ber ku di perwerda wan de ji wan re hatiye gotin ku kurd nikara bifikire, tenê tê xapandin. Lema başê wan jî dixebite ku aqil bide, rê nîşanê kurdan bide. Wek mînak; Ahmet Altan di her nivîsên xwe de hewl dide ku aqil bide me kurdan. Ma pêdiviyên me bi aqildana wî heye? Ma em kurd bixwe nikanin bifikirin? Gelek caran jî bi rêya aqildayînê kurdan biçûk dixe, kevir û kuçan di ser kurdan de dibarîne. Lê mirovên me di cihê vê rastiya di nava hevokên wî de veşartî bibînin de; di nivisa wî de tenê çend gotinên dilê hin tênegihîştan xweş dike, dibînin û metha wî dikin.
Dewleta dagirkar êdî baş dizane ku gotinên faşîstên wan, qomunistên wan, heta hetanê radeyekê gotinên îslamîstên wan jî tu bandorê li kurdan nakin, bala kurdan jî nakişînin. Lema ev erkên bangaşiya şerê psikolojîk dane lîberalan. Wek mînak der û dora Taraf û Radîkal ê. Dewleta kûr bi deşîfrekirina hin xinizî û kirinên leşkerî ku wateya xwe wendakiri ne, van der û doran bikartîne ku kurd bikanin baweriya xwe bi wan bînin.
Li pey ku Arinc erkê xwe pêk anî û rojev li gor armanca dewleta tirk guherî, şerê li ser çapemeniyê gur kir, mijare da destê lêberalên ku bandorê li hin derdorên têkçûyî dikin. Wan jî ala bangaşiya şerê psîkolojîk derxistin radeyeke berz.
Hetanê em kurd van lîberalên tirk jî ji pêsîra xwe neqetînin û bi tevê AKPeyîyan ji xwe û welatê xwe dûr nexin, wê yekîtî û serkeftin jî dijwar be. Lewra ji bo me; ne Bahçelî(ji ber ku herkes wî dizane) lîberalên wek Ahmet Altan talûke ne.
Ji bo têgihiştin û zelalkirina hin mijaran, pirs wekî neşter û zextên şiyarkirinê ne. ji wê em bi çend pirsan dest pê bikin:
Gelo van lîberalan çima dema ku Mîroglu di şahadeta Apo Musa de birîndar bûbû, dengê xwe nekirin? Kampanyayên piştgiriyê nedan destpêkirin? Ma çima di dema Mîroglu li Mersînê berendamê parlameteriyê bû û bi hezaran reyên wî hatin dizîn, dengê xwe nekirin? Ma wê çaxê çi bûbû?
Dîsa; ma lîberalên Tarafê nedikanîn, meheke, şeş meh, saleke, du sal berê bi birêz Şivan re hevpeyvînekê çêkirana? Çima li pey van rûdanan bi wî re ropertaj çêkirin? Yan armanca wan; kurdan li hev sorkirin e, ango şerê psîkolojîk e? Em bi awayeke din bipirsin: Çima di dema hêrs û gir li qada berz e û mirov ne bi mêjî, bi hestê tolegirî û xweparastinê li rastiyan dinêre de ev hevpeyvîn? Ma ev pirsên wiha hîç pirseşanan di seriyan de naçikîne?
Ez hêvîdikim ku armanca wan were têgihîştin.
Nêçîrvanî
Min di mijara lîberelan de rastiya perwerda tirkan destnîşan kir. Bi kurtî hemû beş, çîn û derdorên tirkan dişibin hev. Armanc wan: Kurd xapandin, parçekirin, ji doza wan zivirandin, dejenere kirin û têkbirine. Gişt bi vê armancê derketine nêçîra kurdan. Ev nêçîrvanî di demên hilbijartinan de hê berfirehtir dibe. Çend mînak: HAS Partî çawa hate demezrandin bi peyayê xwe yê kurd re li Amedê danî. Kilicdaroglu li Wanê gotinên xapînok reşand. MHP çû Ruhayê. AKP hem li ser xaka welêt û hem jî li dervayê welêt bi sirêca mêşan derketiye nêçîra kurdan. Fetulahiyan torê xwe avêtine başûrê Kurdistanê jî. Gelo em ê kengê bikanin dek û dolabên van nêçîrvanan têbigihîjin? Hêvî dikim ku êdî tu kes nebe kew.
Encam
Lîberalên tirk, Arinc, AKP, TKP, MHP, CHP Has Partî, ziqum partî gişt yek in. Tenê armanceke wan xwedênenasan heye, ew jî dixwazin ku bi “Alavêre dalavêrê Memoyê kurd bişînin nobetê.” Yên ku bi pere û soza wan bixapin, li ser bend û tira wan bilîzin, wê poşmanî jî tu sûdek nede wan.
Ez bawer nakim ku geflêxwarinên kuştinê bûbin. Lewre êdî her kes, heta zarokekî kurd jî dizane ku geflêxwarinên wiha ji doza kurd û Kurdistanê re xizmet nake. Bi taybetî jî di demên wiha aloz de. Welê hinekan tiştek wiha nexweş kiribin jî. Wê qampanya îmzayan çi sûdê bide? Wê bikane yên geflêxwarî bide rawestandin? Yan jî; wê ev qampanya tenê ji hin derên din, wek armanca Arinc û dewleta wî re xizmetê bike? (Lewra armanc û helwesta hin kesên imza avêtinê, tê zanîn) Ma mirov nikan rêyeke din, wek diyalog û mijarê zelalkirin, têkeve nava hewldanên hêrs û nefretê daxistinê. Çima her tişt li gor daxwaziya dilê dijmin? Bi hêviya hev têgihiştinê.
Bi hêviya mêjiyekî zelal û hevtêgihîştinê Newroza gelê kurd pîroz dikim.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


