Diyarname
Fîlmê xwedî rekoran Avatar payîzê careke din dikeve vîzyonê. Vê carê 8 deqe lê zêde jî kirin.e
Avatar dema ket vîzyonê 2 mîlyar û 700 mîlyon dolar pere da ser hev û bi vê yekê rekora 'pereyê herî zêde yê di vîzyonê de bi dest xistine' girt destê xwe. Avatar niha di 27'ê vê mehê de bi 8 deqîqeyên nû ku lê zêde kirine li DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) dikeve vîzyonê. Fîlmê ku navê wî dê "Avatar: Special Edition" be wê 15'ê kewçêra 2010'an de li Tirkiyeyê jî bikeve vîzyonê.
Derhêner James Cameron di daxuyaniya xwe ya li ser fîlm de wisa got: "Beşeke mezin a temaşevanan gotibûn ku wan xeyal kiribû ku zêdetir li girestêrka Pandora bigerin. Di 8 deqîqeyên lê hatiye zêdekirin de emê aferîdeyên nû, sehneyên aksiyonî yên nû û cih warên nû bi wan bidin nasîn."
**
Nûçeya eleqedar: