STENBOL
Komîteya Tirkiye destûr neda ku encamnameya konferansê Rêxistina Şopandina Mîrateyên Cîhanê di civîna 40'emîn a Komîteya Mîrateya Cîhanê de bê xwendin. Di encamnameya civîna Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de rewşa Sûrê ya zêdeyî 100 rojan di bin êrîşê dewletê de mabû hatibû destgirtin.
Rêxistina Şopandina Mîrateyên Cîhanê (World Heritage Watch) ya UNESCO'yê di navbera rojên 8-9'ê Tîrmeha 2016'an de bi beşdariya nûnerên gelek saziyên civakî konferansek li Stenbolê pêk saz kir. Di konferansê de bal kişandin ser 40'emîn rûniştina Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO. Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO her sal civînan pêk tîne. Civîna wan îsal li Stenbolê bû. Nûnerên navneteweyî jî di nav de cih girtin. Encama di konferansê de derket holê li bendê bû ku di Civîna Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de bê parvekirin. Di konferansa îsal de bal kişandin ser rewşa Sûrê ku 100 rojan di bin êrîş û dorpêçê de ma.
Encamnameya ku di konferanê de derdikeve her sal tê xwendin. Lê îsal encamnameya konferansê ku li ser rewşa Sûrê hatin rawestandin, ji aliyê Serokatiya Komîteyê ku di destê Tirkiyeyê de bû destûr nehat dayîn ku bê xwendin. Serokatiya Komîteya Mîrateyên Cîhanê ya UNESCO ku îsal di destê Tirkiyeyê.
Di rapora encamnameyê de wiha hatibû gotin: "Sûrên Amedê bi kevirên dîrokî hatiye pêçan û zêdeyî heft hezar sal in mazûvaniyê ji mirovan re dike. Di demên nûjen û şaraze de bajarekî gelek pêşketî û pir çandî bû. Li tenişta Sûrên Amedê Baxçeyên Hewselê hene. Sûr û Baxçeyên Hewselê di tîrmeha 2015'an de di lîsteya Mîrateya Çandê ya Cîhanê de cihê xwe girt. Di hundê Sûrê de dêr, mizgeft, malikane, karwan û gelek warên dîrokî hene. Zêdeyi 600 mîrateyên çandî yên tescilkiri hene. Ji reşemiya 2015'an ve piştî muzakereyên aştiyê bi dawî bûn, li Başûra Rojhilat a Tirkiye operasyonên leşkerî yên Tirkiye û şerê PKK'ê dîsa dest pê kir. Sûr jî di nav de li hin bajaran mîlîtanên PKK'ê şer kirin. Bi şerê nava bajaran re windahiyên zêde û koçberiyek mezin çêbû. Li 6 herêmên xwecihî yên Sûrê êrîşên bombeyên giran pêk hatin û piraniya warê dîrokî hatin hilweşandin. Di warê çandî de texrîbatên mezin derketin holê. Bêyî parastina mîrateyên çandî li ber çavan bê girtin êrîş pêk hatin û hatin hilweşandin. Saziyên sivîl ên civakî yên beşdarî konferansê bûn diyar kirin ku bi biryara navendî ev warên çandî û dîrokî hatin îstîmlaqkirin. Saziyên civaki yên beşdarî konferansê bûn bawer dikin ku Sûr û warên dîrokî ji nû ve bên avakirin dê xizmeta aştî, demokrasî û pêşketinên nû veke.
Saziyên civakî xwestin di çarcoveya pîvanên rêveberiyên herêmî û vîna herêmî esas bê girtin û ji nû ve kesên ji cih û warên xwe bûne vegerin warên xwe. Hat xwestin ku xwediyê mal û milk dîsa karibin azad vegerin û malê xwe bikar bînin. Hat xwestin ku li gorî peymanên YE'ê Rêveberiyên Herêmî, Şaredariyên Bajarên Mezin û şêniyên taxan bi organîsazyona civaka sivîl ji nû ve ava bikin. Bêyî nexşeya civakî, çandî û dîrokî ya bajarê Sûrê bê xerakirin ji nû ve bê avakirin."