Fêrgîn Melîk Aykoç
Mijara giyanên dagirkirî, yan jî em kurd çendî rastiya xwe dijîn, me hetanî kîjan radeyê xwe ji bandora bişaftina giyanî rizgarkiriye? Bi zimanekî din ji ber ku ji pêçeka dergûşê bigire, mala zarokan, dibistana seretayî ta diçe digihîje qedandina zanîngehê, di her qada jiyanê de em di bin bombebarana bişaftin, helandin û têkbirinê de ne. Tevahiya rastiyên me hatine belovajî kirin, heta bawerî û wijdan jî ji xeta têgihîştina mirovî qetandine. Ji wê jî kesayetiya me bi giştî xistine nava xeterê, em ne xwe û rastiya xwe em tiştekî din dijîn.
Ev bîst û pênc sal in ku ez bi tirkî napeyivim. Bi kurdî ders didim, bi kurdî dinivîsim, bi kurdî dixwînim (sê zaravayan), li televîzyonên tirkî nanêrim, restorantên tirkan de nan naxwim. Cihê ku ez diçim, eger tirkî ji wir nereve, ez xwe di nava îxanetê de hîs dikim. Dikevim kîjan komaleyê dengên tirkî bi giranî tên birîn. Hin kes ji min re kurdîkolîk dibêjin. Lê dîsa jî ez ji xwe dipirsim: Gelo ez çiqas kurd im? Ne ku ez li dijê zimanê tirkî me, min ev ji xwe re kiriye prensîb, hew.
Rast e, Tevgera Azadî di van sih salên dawiyê de bi tekoşîneke derê vîna mirovan, bi xwîna deh hezaran giyanpakan hetanî radeyekê pêşî li vê serejêrçûyînê girtiye. Giyana netewî wekî diyardeyeke nûvejî derxistiye pêş (hin kes vê bipejirîne nepejirîne jî, vê rastiyê naguherîne). Lê dagirker bi bangaşiyeke gelek qirêj, bi agahiyên asparagas û kirêt, heta bi destên hin kesên qaşo wekî rewşenbîrên kurd tên pêşkêşkirin, dixebite ku vê jî di nava mij û morana tarî de têkbibe. Ev serkariya qirêjiya sentêza tirk-îslam êdî bangaşiya şerê qirêj û bêbext ne tenê bi çapemeniya xwe, bi navgîniya hin malper û weşanên kurd û kurdî jî dimeşîne.
Di rewşeke wiha de em li ku dera giyana netewî ne? Derfetên me yên xwe ji giyana dagirkirî rizgarkirinê çi ne? Gava em tevdigerin, dixwin, vedixwin, dihizirin, diaxivin, dinivisînin evîndar dibin û hwd. em çi qas li gor rastiya giyana kurd û kurdistanî ne? Çend kes dikane bersiva van pirsan bide?
Dema min gotara Jan Dost xwend, min xwest ez berê nivîsê bi vê aliyê ve bikişînim. Li gor dîtina min pêdiviya me giştan bi nîqaş û zelalkirinekê wiha heye. Lê mixabin ku nûseran berê nîqaşê bi awayekî ji helwesteke rewşenbîrî dûrketinî bi aliyekî din ve kişandin, vê nîqaşa dikanîbû bala her rewşenbîrî bikişîne û sûdekî bida me, fetisandin. Hêvî dikim ku kesayetî û ronakbîrên din jî tevê vê nîqaşê bibin û cardin berê nîqaşê bi aliyê mijara pirsgirekên giyana netewî ve bikişînin.
***
Nivîsên bi vê nivîsê re eleqedar:
- Daxuyaniyeke pêwist li ser “Nameyek ji te re”
- Îlhamî Sîdar: Ax Kezeb, bersivek ji bo Jan Dost
- Fêrgîn Melîk Aykoç: Li ser giyanên dagirbûyî yan jî bişaftî
- Jan Dost: Giyanên dagirbûyî, wekî nimûne Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê