Diyarname
Konseya Yekîtiya Ewropayê lîsteya welatên bi ewle çêkir lê Tirkiye nexist û got ne bi ewle ye, neçin.
Konseya YE'yê li ser vîrusa koronayê lîsteyek li ser welatan amade kir û pêşniyarê hemwelatiyên xwe kir. Di lîsteya berê de welatên wekî Avustralya, Kanada, Japonya, Gurcistan, Fas, Zelandaya Nû, Rûanda, Koreya Başûr, Tayland, Tunus û Uruguay tune bû, niha ew xistin lîsteyê û bi tevdîr çûyîna wan deran pêşniyar dike. Di lîsteyê de Tirkiye, DYA, Rusya, Brezîlya, Hindistan, Sirbistan tune ne û ji bo van welatan diyar dike ku mecbûrî nebe neçin van deran.
Lîste li gor pêşveçûn an paşveçûna Covid-19 her tê nûkirin. Ji bo welatên YE'yê lîste ne ferman lê wekî pêşniyarek tê amadekirin.