Diyarname
Îro der barê du rojnameger û saziyeke de agahiyên me hene. Va ne ew agahî...
SOFYA ALAGAŞ
5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê di 7'emîn danişînê de bi îdîaya "emdamtiya rêxistinê" îro 6 sal û 3 meh cezayê hepsê li Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş birî. Sofya Alagaş berî di sala 2024'an de wekî Hevşeradera Sêrtê bê hilbijartin rojnameger bû. Alagaş ku bi salan karê rojnamegerî dikir, ji ber xebatên rojnamegerê lêpirsîn derbarê wê de hatibû destpêkirin. Paşê ev lêpirsîn veguherandin dozê.
Parêzerê wê Resul Tamur îro di parastina xwe de got, "Ji ber ku rojnameger bû doz hate domandin, lê daxwaza bidawîkirine dozê ji ber ku hevşaredar hat hilbijartin derket holê."
ŞÎRÎN PAYZIN
Der barê rojnameger Şîrin Payzin de lêpirsîn hat dest pê kirin. Payzin bi îdîaya "propogandaya terorê" ji bo dozgeriyê hatiye vexwendin. Hayzin bi ser hesab3e xew re got, "Birêz Dozger gotiye teblîgat (vexwendname) şandiye, ez neçim dê biryara girtinê derxin. Teblîgat negihîştiye ber destên min. Ezê notê binivîsim... lê ligel parêzerê xwe ezê herim îfadeyê bidim. Di 34 salên rojnamegeriya xwe de tiştê ez hesabê wê nedim tune ye.""
HALK TV
Serokê RTUK'ê Ebubekir Şahin îdîa kir ku Halk TV dijî rêgezên weşangerî weşanê kiriye û got, "Çi hewce bike emê bikin."
BÎLGÎN Û DAŞTAN
Li aliyê din rojnameger Cihan Bilgin û Nazim Taştan ê li Rojava hatibûn kuştin di 40 rociya kuştina xwe de hatin bibîranîn. Rojnamegerên beşdarî merasimê bûn, gul danîn ser gora wan û ew bibîr anîn.


