logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Nîzamî Gêncewî kî ye, çima Nîzamî?

Ez ê navê wî yê erebî yê wek çoroza Bavêkilo nenivîsim. Nîzamî di navbera salên 1141 – 1209´an de jiyaye. Navê diya wî R

  • Dîrok: 09/12/2019
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fêrgîn Melîk Aykoç

Ez ê navê wî yê erebî yê wek çoroza Bavêkilo nenivîsim. Nîzamî di navbera salên 1141 – 1209'an de jiyaye. Navê diya wî Raysa ye û dê kurd e, lewre wî bi xwe jî wisa behsa diya xwe kiriye. Navê bav Yusif e, îdîaya Yusiv ji bajarê Qumê ye jî heye. Bi baweriya min ew jî kurd e, ji ber ku kurdên Şedadî wê demê keçên xwe ne didan farisan û ne jî gurciyan, jixwe wê demê tirk hê li wir tinebûn. Lê farisan ew kirine faris, tirkan jî ew kirine tirk. Lêkolînerên tirk yê dikanin cidî werin girtin, vê rikê napejirînin. Tirkên nijadperest ji bo ku bikanin wî têkin tirk, navê bajarê Gence (Gêncîne /xezîne) tehrîf kirine û bi peyva “genc” ve girêdane, peyva “genc” jî bi peyva Taxorî “kenk /keyna” (keç) ve girêdane û jê re “ûygûrî” gotine, bi wî awayî navê bajêr kirine tirkî. Lê ev bajar wê demê bajarekî Şedadiyan yê herî girîng bû, heta dû re wekî paytext jî bikaranîne. Tirk cara yekem 1221 bi êrîşkariya Atabeg tên herêmê. Yanê 10 sal piştî kirasguhertina Nîzamî. Em çîroka îdîayan bidin aliyekê, vegerin mijara xwe. Baş tê zanîn ku Nîzamî li ber destê xalê xwe Cewadê /Cewacê Umer mezin dibe. Perwerdeya xwe jî li ba xalê xwe û li ber destê melayên kurd dibîne.

Nivîsên wî yên bi kurdî hene, tune, baş nayê zanîn, lê piraniya lêkolîneran vê îdîayê dikin. Dibe ku di nava arşîvên Rusî de hebin. Di destê me de helbestên wî yên kurdî tunebin jî, bes tê gotin ku “wî bi GIRANÎ bi farisî nivîsiye!” Di vir de pirsa bingehîn ev e: “Eger bi giranî farisî nivîsîbe, wekî din bi kîjan zimanî, yan jî zimanan nivîsiye?” 1 –Bajarê Gence yê hetanî sala 1174'an girêdayiye Dewleta Şedadiyan e. Piştî vê demê jî rêveberên bajêr dîsa Şedadî bûn. Yanê zimanê herêmê kurdî bû. Nîzamî hetanî kirasguhertina xwe jî bi kurdî dijî. Wê demê tirkiya nav kirine azerî hê negihîştibû herêmê. Ji wê bi wî zimanî nivîsandina wî derê dertfetan e. 2 –  Selçûkiyan farisî bikar dianîn û bi farisî dinivîsîn, Osmanî jî hê li piyasê tunebûn. Wekî encam du ziman dimîne, yek wekî zimanê dîn erebî; du, zimanê rêvebiriyê û dayîkê kurdî. Zimanê kurdî wê demê di nava mîrîtiyan de zimanê danûstan û yê wêjeyê bû, ligel wê zimanê Şedadiyan ê fermî bû. Her wiha li bajarê Gencîneyê jî zimanê serdest kurdî bû. Ev tê wê wateyê di destê me de tunebe jî, wî sedî sed bi kurdî nivîsandiye. Dibe helbestên wî yên bi kurdî hatibin wendakirin, yan jî veşartin.

Ligel ew qas rastiyên vekirî jî tirkan û dewleta nav azerî ew kirine azerî. Ji bo farisan em nikanin tiştek bêjin, ji ber ku Nîzamî bi farisî nivîsiye. Hem jî di wêjeya farisî de wekî bavê Mesnewîyê tê zanîn. Wî mesnewiyên xwe li gor qalibê “Mûfteilûn mûfteilûn failun” Yan jî “Faîlatûn mefailûn faîlun” nivîsîye.

Nîzamî çîrokên xalanên xwe, bandora mîrîtiya kurdên Mîhranîyên xiristiyan a li ser êlên xalanên xwe û bi giştî li ser mîrîtiya Şedadiyan, bi taybetî jî çîroka keça mîrê Mîhraniyan Mîhrîbanû. Şîrîn, Xusrov Perwîzî I û Ferhatê Kurdê Kelhûrî ji devê gel û rayedaran bihîstiye. Ev di mesnewîya wî de bi zelalî xuya dike. Dibe ku wî ew çend rêzên Fîrdewsî yên li ser evîna Xusrov Perwîzî I jî xwendibe! Kurt û kurmancî mirov dikane bêje ku wî cara yekem ev çîrok civandiye û wekî mesnewî gihandiye bêmiriniyê.

Divê ev jî were zelalkirin: Ji ber ku kurd ji bo xiristiyanan peyva “file” bi kar tîne. Ji kurdên Mîhraniyên xiristiyan bûn re jî “file” yan jî “Kurdên File” digotin. Hin qaşo lêkolîneran jî bê lêkolîneke bingehîn ew wekî ermenî şirovekirine. Min di nivîsekî berê hatibû weşandin de jî gotibû. Ji ber êrîşên misilmanan piraniya Mihraniyan di nava ermeniyan de heliyane.

Di wêjeyê de girîngîya wî ev e: Ev mesnewiya wî ya evînê bandorê li tevahiya wêjeya Rojhilata Navîn dike, ji gelek helbestvanên klasîk re dibe bingeh. Mînak; Sadî-î Şîrazî berhema xwe ya bi navê “Bostan”, Celaleddin Rûmî “Emir Husrev Dehlevî” ya xwe, Abdurrahman Camî “Hamsala” xwe, Fuzulî jî “Leyla û Mecnûn”a xwe, her wiha Ehmedê Xanî jî “Mem û Zîn"a xwe li ser vê bingehî dinivîsînin. Çîroka Kerem û Aslî jî hema bigire qopyayeke vê ye, ew jî di sedsala 16'an de tê nivîsandin.


Berhemên wî ev in:

Berhema wî ya bingehîn bi awayê Xemse di bin navê “Pênc Gence” (Gencîne /xezîne) yê de tê nasin. Yên din jî ev in:

1– Gêncîneya razan çîrokên cuda yên wekî mînak di forma helbestan de nivîsiye.
2– Xusro û Şîrîn e. Bi naveke din “Ferhat û Şîrîn” e.
3– Leyla û Mecnûn a yekem.
4– Heft Peykar bi naveke din “Heft Xweşikî“ bi giranî Bahram ê çîrokê qiralê Sasaniyan e.
5– Îskenderê Mezin

Belê serdestan, xwerû jî tirkan ne tenê dîrok, her warê jiyanê belovajî kirine, ji rastiyên wan dûr xistine. Her tiştê ku ji kurdan, dîrok û zimanê kurdan girtine, bi dek û dolaban yan kirine yê ermenî, ereb, faris, yan jî kirine “eskî, yerlî û uygur dîlî.” Ji bo vê jî divê mirov di van waran de gelek şiyar be.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kralîçe Elizabeth yekemîn car tiştek wisa kir

ad

MEZG a hîrinan veciya

ad

Em vê hefteyê 'Berf Helî' derdixin pêş

ad

Hekîm Sefkan: M. Şêxo dibistanekî nerm lê tije hêrs bû

ad

Kayyûmê 15 hezar dar hişk kirin

ad

Şanogeha Muammer Karaca dê vebe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname