Batman
Şaredarê Batmanê Huseyîn Kalkan, cîgirên şaredar Adnan Pekgul û M. Tahir Îmret tevî endamên meclisa şaredariyê çûn Daristana Bajêr a Yaşar Kemal û li xebatên çandina daran mêze kirin.
Şaredar Kalkan got; "Bi berfirehkirina qada kesk ku em derdixin 300 donimî dê Daristana Bajêr a Yaşar Kemal ji bo bajêr bibe depoya oksîjenê" û da zanîn ku ewê xebata xurt a şînkirina daristanê pêk bînin.
Kalkan got ku di 14'ê adarê de tevî yên ku mehra xwe dibirin, hawirparêz û xwendekaran dê li daristanê şaxan biçinin.
Ji DÎHA'yê hatiye girtin