Diyarname
Duh piştî bi serdegirtina rojnameya Cumhuriyetê de û binçavkirina nivîskarên wan îro quncikên wan nivîskaran vala derketin. Rojnameyê quncikên nivîskarên xwe yên binçavkirî vala çap kirin.
Di salên 90'î de her sansur bi ser rojnameyên kurdan de dihatin. Her nûçe û quncikek dozger sansur bigirta, ew der vala derdikeve. Di sala 2016'an de carek din rojnameyek hin cihên xwe vala derket: Cumhuriyetê di weşana xwe ya îro de cihê qunciknivîskarên xwe vala hişt û rojname wisa çap kir.
Di vê navberê de Hevserokê HDP'ê Selahattin Demîrtaş îro çû serdana rojnameya Cumhuriyetê û piştgiriya xwe eşkere kir.
Rojnameyên kurdan jî hatin girtin
Du roj berê jî bi KHK'yek (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) rojname û kovarên kurdan, ên ku têne DÎHA, JINHA; Ozgur Gundem, Azadiya Welat, Tîroj jî hebûn bi giştî du ajans, 10 rojname û 3 kovar hebûn hatibûn girtin. Mehên borî bi dehan kanalên televîzyonên kurdan jî hatin girtin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Vê carê bi ser Cumhuriyetê de girtin