Ronaldo li Ewropayê jî bû lîstikvanê salê
Diyarname
Piþtî 4'emîn car Gogo Zêrîn girt, vê carê li Ewropayê xelata "Lîstikvanê Salê yê Ewropayê" hat hilbijartin.
Lîstikvanê Real Madrîdê Cristiano Ronaldo ligel tîma xwe Kûpaya Lîga Þampiyonan, bi tîma neteweyî Portekîzê jî kûpaya Tûrnûvaya Euro 2016 bi dest xist. Vê yekê kir ku ew ji FÎFA'yê 4'emîn car Gogo Zêrîn bigire. Û niha xelatek din girt:
27 ajansên nûçeyan ên li welatên cuda yên Ewropayê bersiva anketê da. Anket ji aliyê Polska Agencja Prasowa ve hat organîzekirin. Di anketê de Ronaldo wekî Lîstikvanê Salê yê Ewporayê hat hilbijartin. Tenîskarê ji Brîtanyayê Andy Murray ku di cîhana tenîsê de yekemîn e piþtî Ronaldo bû duyemîn. Soberînera macar Katinka Hosszu ku di Lîstikên Olîmpiyatê Rio 2016 dei 3 madalyayên zêrîn girtibû di anketê de bû sêyemîn.
Ronaldo di 12'yê vê mehê de 4'emîn car Goga Zêrîn girtibû.