Diyarname
Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji vîrusa koronayê mirine 5 hezar kesî derbas kir. Ya balkêş van deman bajarên kurdan rewş girantir dibe.
Ji roja ku li Tirkiyeyê bi awayekî fermî vîrusa koronayê hat ragihandin heta îro her roj hejmarek însan dimirin. Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê hejmara îro ragihand. Li gor wezaretê îro 27 kes ji vîrusê mirine. Bi vê yekê hejmara kesên ji vîrusa koronayê mirine bû 5 hezar û yek kes.
Li aliyê din agahiyên ku ji bajarên kurdan tên tirsnaktir in. Ji Amedê bigire heta, Riha, Şirnex û bajarên din. Û vê êvarê di twitterê de tagek bi navê "#cizreyebak" (Li Cizîrê Binêre) hat vekirin. Hat diyarkirin ku nexşeya Cizîrê sor bûye, alarm dide û di tagê de bang li rayedaran hat kirin ku bala xwe bidin Cizîrê. Di çend saetan de bi ser 50 hezarî de twit hatin belavkirin.
Di vê navberê de Mebûsê HDP'ê Dr. Necdet Îpekyuz jî di meclisê de li ser Cizîrê axivî. Îpekyuz got ku li Cizîrê şaredarê berê Sabri Vesek mir, gelê Cizîrê xwe bi xwe 10 rojan dikan girtin ji bo vîrus bela nebe lê ne qeymeqam deng derdixe, ne walî alîkarî dike.


