Cemil Oguz
Li Tirkiyeyê bi tîpên erebî jî bi latînî jî pirtûk çap dibin. Îdîaya 'pirtûkên kurdî bi tîpên erebî ji yên latînî zêde têne firotin' derket holê. Li ser vê îdîayê me bi pisporên vî karî, bi wergêr Ebdulselam Bêcirmanî, xwediyê Weşanên Nûbiharê Suleyman Çevîk û xwediyê Weşanên Hîvdayê Huseyîn Siyabend re xeber da.
Berî ku kurd dest bi bikaranîna alfabeya latînî bikin bi sedan salan bi alfabeya erebî berhem nivîsandine, pê ders dîtine. Piştî ku dest bi alfabeya latînî kirine her ku çûye di nav kurdan de latînî berfireh bûye û cihê alfabeya erebî girtiye. Niha piraniya kurdan alfabeya latînî bikar bînin jî gelek kurd alfabeya erebî hê jî bikar tînin ku bi taybetî di nav kurdên Başûr, Rojhilat de. Ji van wêdetir bikaranîna alfabeya erebî ya li Tirkiyeyê bala me kişand, ji ber ku îdîya "Berhemên bi kurdî yên bi alfabeya erebî ji yên bi alfabeya latînî zêdetir têne xwendin" derkete holê.
Li ser vê yekê me xwe gihand eleqedarên vî karî. Wergê Abdulselam Bêcirmanî li ser vê yekê dixebite. Pirtûkên kevn ên bi tîpên latînî ji bo çapa nû amade dike, carina tîpguhêziya wan dike, heta niha wekî Mewlûda Mele Elî ji bo çapê amade kiriye û niha li dor 15 mewlûdên bi kurmancî û zazakî li ber destên wî ne ku ji bo çapê amade bike.
Bêcirmanî pêşî dibêje, "Divê em nebêjin bi tîpên erebî, divê ji bo wê em bibêjin 'Kurdiya kevn' û ji bo kurdiya bi tîpên latînî jî em bibêjin 'Kurdiya nû'" û vê gotina xwe jî lê zêde dike: "Çima Osmanî herfên erebî bikar tînin nabêjin erebî dibêjin osmanî, faris bikar tînin nabêjin erebî, dibêjin farisî, divê kurd jî nebêjin herfên erebî. Divê kurd bêjin 'Kurdiya kevin'. Ji bo kurdiya niha jî, divê em bibêjin kurdiya nû."
Berhemên kevn pir têne xwendin
Piştî van yekan li ser îdîaya 'pirtûkên bi tîpên erebî li Tirkiyeyê zêde têne xwendin û firotin' jî Abdulselam Bêcirmanî wisa dibêje; "Hin hene bi kurdiya kevin hin hene bi kurdiya nû zêdetir têne xwendin... Mesela tiştên eleqedarên olî û mela bin, pir têne xwendin lê herfeke latînî jî têde hebe naxwînin. Bi hezar însan dibêje 'Ka diwanên Cegerxwîn bi kurdiya kevn hene yan na?' Ji ber ku hevaltî pêre kirine, şiîrên wî ji ber kirine, ger herfên latînî têde hebin nakirin. Lê bi kurdiya kevinba dê pir bihata xwendin. Ez vê dibêjim: Ger tiştek bi eleqedarê pirsgirêka kurdî be, eleqedarê ciwanan be yên bi kurdiya nû zêde têne xwendin. Lê tiştê bi eleqedarê tiştên kevn be û bi meleyan re, bi heciyan re eleqedar be bi kurdiya kevn zêdetir têne firotin. Mînak; Di 1992'yan de Nûbihar bi latînî çap kirine hê hezar heb nefirotine. Lê Mewlûda Batê ji ber ku bi kurdiya kevn e bi hezaran tê firotin. Carekê me sê hezar jêre çapkirin hate firotin, yeka din du hezarek çap kir ew jî hate firotin."
Suleyman Çevîk Xwediyê Weşanxaneya Nûbiharê ye, bi her du alfabeyan jî pirtûkan çap dike. Ew dibêje ku ev pênc sed sal, hezar sal in bi alfabeya erebî perwerde tê kirin, loma bi tîpên erebî xwendin hinek zêde ye û wiha didomîne: "Ji van hin hene haya wan ji tîpên latînî nîn e jî. Mewlûdek erebî me çap kir gelek hat firotin. Belkî di nav kitêbên kurdî de kitêbek wisa rexbet nedîtiye. Sê çar caran hate çapkirin. Her carê du hezar hat çapkirin û hê jî tê xwestin. Kitêbên klasîk hinek tên firotin. Yên wekî Dîwara Cizîrî, Eqîde, Dîwana Seyid Eliyê Findikî, Tefsîra Şîrîn baş tê firotin, ji aliyê hin mela û medreseyan ve tê teqîbkirin. Kitêbên bi tîpên erebî dema gelek tên firotin jî gelek însan nizanin, yan nabînin ku têne firotin. Ji ber ku ewên di medreseyan de dixwînin hinekî girtîne li hember civatê. Nexuyayî ne. Ji ber ku medrese ji aliyê fermî ve jî hinek serbest nayê dîtin hinek girtî dimînin. Li hin gund, bajaran, li camiyan yek be, pênc be, deh be feqî hene dixwînin, ev kitêbên herfên erebî dixwînin. Yên latînî naxwînin. Bêhtir tiştên ku berê hatine nasîn dixwînin.
Çevîk diyar dike ku li herêmê hin bi tîpên erebî pirtûkan çap dikin lê ne bi resmî, hema çap dikin û ji xwe re difroşin ku ew qet nakevin nav qeydan jî; lê jê pir difroşin û kar dikin.
Latînî bi Ewropayê re pêş ket
Xwediyê Weşanên Hîvdayê Huseyîn Siyamend jî diyar dike ku piştî 1946'an ve latînî bi desthilatdarî ve derket holê, kurdiya bi tîpên erebî jî dîsa bi desthilatdarî hebûn loma di dema Osmanî de gelek kurdan ne bi kurdî bi erebî yan jî bi farisî dinivîsandin. Siyamend wiha dibêje, "Metnên kevn zêdetir têne xwendin ji ber ku ew alfabe gelek tê bikaranîn. Lê alfabeya latînî bi siyasetê derkete pêş, bi termonolojiya siyasî derkete pêş. Bi Ewropayê ve, bi eleqeya ji bo Ewropayê ve ev zêde derkete pêş."
Siyamend bibîr dixe ku li gelek medreseyan tîpên latînî qedexe ne û li ser daxwaza ya ka kîjan alfabe jî wisa dibêje: "Bi ya min tişteke muhîm e ku kurd derbasî latînî bûne. Ji ber ku têkilî bi dinyayê deynin, pêre entegre bibin, ji aliyê siyasî û dîplomasiyê ve latînî muhîm e. Lê bi ya min divê her kurd bi tîpên erebî jî bizane, ji ber ku çanda medreseyê ji bo me girîng e."
Li ser 'latînî yan erebî' wergêr Abdulselam Bêcirmanî dibêje, "Ez dixwazim her du alfabe jî bêne bikaranîn. Lê li gor deng û tiştên wisa kurdiya latînî baştir e. Ji ber ku kurdî hem di koma hînd ewropî de ye, hem di nav ewropiyan de ew zêdetir tê bikar anîn. Niha ez dixwazim bi latinî dibistan bêne vekirin, lê wekî min got, her du jî hebin baştir e." Suleyman Çevîk jî di vî warî de van gotinan bilêv dike, "Em wekî weşanxane di navbera her du alfabeyan de wekî pirekî ne. Em her duyan jî çap dikin. Her du jî hebin dibe."
Bêcirmanî, Çevik û Siyamend her sê jî tînin ziman ku li medreseyan tîpên latînî qedexe ne, ger berhemeke klasîk a kevn tenê tîpeke latînî jî têde hebe ew nastînin.
Niha li gelek bajarên kurdan li medreseyan, li mizgeftan pirtûkên klasîk ên bi kurdî bi tîpên erebî têne xwendin, li jiyana derveyî vê tîpên erebî nayê bîra kesî jî. Lê dîsa jî hejmareke xwendevanan a baş a tîpên erebî heye.


