Diyarname
Weşanxaneya Morî ku pirtûkên zarokan diweşîne, vê carê du pirtûkên ku 'Mîrza' têde derbas dibe wergerandin û belav kirin: 'Mîrzayê Dilşad" û "Mîrzayê Biçûk".
'MÎRZAYÊ DILŞAD'
"Çîrokên Bijartî, Mîrzayê Dilşad" yê Oscar Wilde ji Weşanên Morî derket. Nesrîn Rojkan pirtûk ji îngilîzî wergerandiye kurdî.
Di pirtûkê de "Bilbil û Gul", "Dêwê Xwehez" "Mîrê Ciwan", "Zarokê Stêrîn" û "Mîrzayê Dilşad" hene. Pirtûka ku di sala 1888'an de çap bûye heta niha ji bo gelek zimanan hatiye wergerandin. Nivîskar tevn û mijara çîrokên xwe piranî li ser hezkirin û xweheziyê ava kiriye. Di hin çîrokan de xwexikbûn, kirêtî û qencî bûye mijara çîrokên wî. Zarok bi van çîrokan hînê hezkirin, dostanî û berxwedanî dibin. Her çiqas ji bo zarokan be jî, nûciwan û mezin jî dikarin bixwînin û jê sûde bigirin.
Nivîskarê îrlandî di sala 1854'an de li Dublinê hatiye dinê, di sala 1900'î de li Parîsê miriye. Roman, çîrok û helbestên wî li gelek zimanan hatiye wergerandin.
'MÎRZAYÊ BIÇÛK'
'Mîrzayê Biçûk' bi navê xwe yê orjînal "Le Petit Prince"" ji aliyê nivîskarên fransiz Antoine de Saint-Exupery ve hatiye nivîsandin. Pirtûk yekem car di sala 1943'yan de hatiye weşandin û heta niha ji bo bi dehan zimanan hatiye wergerandin û çapkirin. Mîrzayê biçûk çîrokên xwe ji bo nivîskar vedibêje. Li gor gotinan ew li girestêrka B-612'yan bi tena serê xwe dijî.
Heta niha çend kesan pirtûk ji bo kurdî (kurmancî, kirmanckî, soranî) wergerandine, yek ji wan jî wergera Mehdî Jafarzadeh e ku ji Weşanên Morî derketiye.
- Mîrzayê Dilşad / Oscar Wilde / Wergera ji îngizîlî Nesrîn Rojkan / Weşanên Morî / Çîrok / 80 rûpel / Adar 2023
- Mîrzayê Biçûk / Antoine De Saind - Exupery / Werger Mehdî Jafarzadeh / Weşanên Morî / Çîrok / 96 rûpel / Pûşper 2022
Ji bo têkilî:
www.morizarok.com
**
Li ser "Mîrzayê Biçûk" hin nûçeyên berê derketine:
- Nivîskarê 'Mîrzayê Biçûk' nûçegîhanî kiriye
- Kurd di wergerê de jî li hev nakin
- Çend Gotinên Amatorî Li Ser Wergerê
- Prenso Qij’ bi kirmanckî zî vecêno
- Pêşangeha 'Mîrzayê Piçûk' vebû
- Ji bo piçûk û mezinan: Mîrzayê Piçûk
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.