Diyarname
Ev çend sal in şaredariyên kurd piştgirî didin kurdî û xebatên Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê. Bi vê alîkariyê heta niha gelek pirtûkên ji bo zarokên û pirtûkên din ên nivîskarên kurd hatin weşandin. Ji bo vê xebatê û ji bo sipasiya wan bike Komeleya Nivîskarên Kurd a Amedê plaketa sipasiyê dide şaredarên kurd. Ji bo vê yekê jî şeveke tê li dar xistin. Şeva xelatdayîna di 23'yê vê mehê saet 18.00'an de wê li Salona Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwînê ya li Kayapinara Amedê li dar bikeve.


