Diyarname
Lîstika Yenisahne Tiyatro ya Batmanê a bi navê "Serbaz" derdikeve tûrneyê. Di vê çarçoveyê de lîstik 1 û 2'yê reşemiyê li Şanogha Modayê ya Stenbolê bê pêşkêş kirin. Lîstik her du rojan jî dê saet 20.30 de bê lîstin.
Lîstika "Serbaz" piştî Stenbolê di meha reşemiyê de wê li Amedê (12 û 13'yê reşemî) û li Wanê (26'ê reşemî) jî bê lîstin.
Lîstika Serbaz ku yek perdeyî ye metna wê aîdê Hristo Boyçev e û Yakup Selimoglu wergerandiye kurdî û derhêneriya wê kiriye.
KUNYE:
Nav: SERBAZ
Tekst: Hristo Boyçev
Werger û Derhêner: Yakup SELİMOGLU
Lîstikvan: Erdal KAYA, Gulistan ŞAHİN, Kenan DEMİR,
Mehmet SEVİLGEN, Mennan ONCU, Murat KURHAN, Serdar BİÇİMLİ, Yakup SELİMOGLU
Roranî - Muzîk: Eren KORKUT
Dekor - Cil û Berg: Ayşe BULUT, Mehmet Sevilgen
Mawe: Yek perde, 70 dq
Ziman: Kurdî