Diyarname
Kurê Turgut Ozal Ahmet Ozal piştî ji civînê derket li ser mirina bavê xwe got: "Şahidên nû hene. Dê pêşketinên girîng çêbibin."
Kurê Ozal Ahmet Ozal li ser mirina Serokomarê 8'emîn Turgut Ozal agahî da Lijneya Şopandinê ya Dewletê (DDK). Ozal, piştî ji civîna lijneyê derket agahî da rojnamegeran û got: "Piştî daxuyaniyên me pêşketinên nû û mirovên nû derketine. Di vê pêvajoyê de dê pêşketinên girîng çêbibin."
Ozal got ku DDK'ê li diya wî jî guhdarî kiriye.
Piştî mirina Serokomar Ozal şikên ku Ozal hatiye kuştin derketibûn. Ji wê rojê de mesele çareser nebûye û bûyer zelal nebûye.


