Diyarname
Di 71'emîn Festîvala Fîlman a Cannesê de xelat hatin belavkirin. Derhênerê japon Hirokazu Kore-eda bi fîlmê xwe "Manbiki Kazoku" (Karek Malbatê) Xelata Palmiyeya Zêrîn girt.
Festîvala Cannesê yek ji girîngtirîn festîvalên dinyayê ye. Fest^viala ku 9'ê mehê dest pê kir îşev bi merasima xelatdayînê bi dawî bû. Di festîvalê de fîlmê japonî hat xelatkirin. Her wiha Xelata Lîstikvana Herî Serketî Samal Yeslyamova (Bi rola di fîlmê derhêner Sergei Dvortsevoy "Ayka" de) girt. Xelata Lîstikvanê herî serketî jî lîstikvanê îtalyan Marcello Fonte bi rola di fîlmê "Dogman" de girt.
Xelata Taybet a Juriyê dan derhênera lubnanî Nadine Labaki. Labaki got ku ew xelata xwe diyarî zarokên kuçeyan ku di dema kişandina fîlm de rastîwan hatiye û diyarî penaberan dike.
Di dema merasimê de lîstikvana îtalî Asia Argento derket ser dikê û got ku di sala 1997'an de sazkarê ji DYA'yê Harvey Weinstein di dema festîvalê de tecawizê wê kiriye û wisa dom kir: "Di nav we de kesên dijî jinan nexweş tevgeriyane hene û em dizanin ew kî ne. Emê destûr nedin vê yeke ku bê ceza bimîne."
Vane xelatên di şevê de hatin belavkirin:
- Palmiyeya Zêrîn: Hirokazu Kore-eda, (Manbiki Kazoku)
- Xelata Mezin: Spike Lee, (Blackkklansman)
- Kameraya Zêrîn: Lucas Dhont, (Girl)
- Derhênerê Herî Serketî: Pawel Pawlikowski, (Cold War)
- Lîstikvana Herî Serketî: Samal Yeslyamova, (Ayka)
- Lîstikvanê Herî Serketî: Marcello Fonte, (Dogman)
- Xelata Taybet a Juriyê: Nadine Labaki, (Capharnaum)
- Xelata Taybet: Image Book (Derhêner Jean-Luc Godard)
- Senaryoya Herî Serketî: Alice Rohrwacher, (Lazzaro Felice) û Nader Saeivar, (Sê Rû, fîlmê Cafer Penahî)
- Xelata Nêrînek: Ali Abbasi, (Border)
- Kurtefîlmê Herî Serketî: Charles Williams, (All These Creatures).


