Ulfiye Ozcan*
Kobanî warê lehengan, warê cangoriyan, warê çavbelakên diya xwe… Kobanî ku hêsrên zarokan lê diherikî, Kobanî ku qêrînên dayikan lê olan dida… Kobanî ku her kolanên wî bi xwîna paqrewanên dilpola sor bûyî… Kobaniya ku keç û xortan li dijî dijminê çavsor sîngê xwe kirin mertal, kirin birc û bê hempa şer kirin, bajarê xwe, hebûna xwe, serfiraziya xwe parastin.
Şerê Kobanî li dinê deng da, ji her deverê keç û xortan berê xwe da Kobanî ku mirovahiyê biparize. lewre mirovahî li wir bin pê bûbû. Lewre bi hezaran kes ji cih û warê xwe bûbûn, birçî û tazî ketibûn ser rêyan. Heta Kobanî hat rizgarkirin bi mehan li sînor ji alê girseyên ku ji her bajarî hatibûn piştgirî hat dayîn. Li ber sînorê ku dilê me perçe kiribû, her wekî filmek dramê a li ser perdeya spî bê teşame kirin gel li ser piyan, destê wan li ser dilê wan li benda agahiyek xêrê bû. Her cara bombeyek diteqiya, her cara ku guleyek bê dengiyê diqelaşt wisa jî dilê me perçe peçe dibû. Lewre her roj pakrewanên çav belek li ser milê dayik û bavan , ber bi axa sar ve, ber bi meşa dawî ve dihatin oxir kirin… Kî dikare sînorê bike navbera dilê me… Pakrewanên me her yek ji bajarekî Kurdistanê bû. Sînoran rakiribûn û ji bo serfiraziya xwe û rûmeta xwe sîngê xwe dabûn ber tang û topan.
Ew şerê ku bi mehan e li Kobanî û derdorê Kobanî tê meşandin ji dûr ve her çiqas bandor li me bike jî dema mirov bi çavê xwe dibîne, dijwariya şer car din bayek cemidî li rûyê mirov dixe, dilê mirov sar dike. Mirov wê demê bi çavên xwe dibîne ku lehengên me çawa şerek bêhempa û dijwar kirine. Me Kobanî bi çavê xwe dît, me tiliyên destê xwe, axa Kobanî ya bi xwînê hatibû avdan miz da. Me bi dilê xwe wêran bûna Kobanî hîs kir. Xwîn di temarê me de cemidî, por li serê me bû şûjin. Gotin sar bûn, bê wate man. Kobaniya ku çend meh berê şên bû çawa kavil bûbû, çawa wêran bûbû. Şerek çawa li vir hatibû kirin. Kevir li ser kevir nemabû. Tenê sembola azadiyê peykera baz li qada azadiyê mabû li ser piyan… Lê hêvî û baweriya gelê Kobanî kêm nebûbû. Ew deşta ku bûbû mala keç û xortên pakrewan, hêviyê wan ya ji nû ve avakirina Kobanî xurtir dikir. Lewre dayik û bavan goristanên şehîdên xwe wekî mala zarokên xwe bi nav dikirin. Erê wê mala şehîdan Kobanî ji nû ve rabe ser piyan, wê ji nû ve şên bibe, wê ji nû ve ava bibe Kobanî ya qada berxwedanê… wê Kobanî li ser xirbê xwe rabe ser piyan û bibe warê azadiyê… me bi çavê xwe dît ku niştecihên Kobanî li axa xwe xwedî derdikevin, bi destên xwe axa Kobanî paqij dikin, ji bo jiyanek nû amade dikin, ava dikin. Welatiyên Kobanî li axa xwe vegeriyabûn, zarokên Kobanî bi coş diçûn dibistanên xwe yên ku bi guleyan qul qulî bibûn.
Erê wê Kobanî ji nû ve ava bibe rabe ser piyan.. wê gelê Kobanî bide nîşanê hemû cîhanê ku jiyanek hevpar çawa ye, çawa Kobanî li ser kokê xwe ji nû ve şîn dibe. Wê Kobanî bi berxwedan û jiyana xwe ya civakî ji bo cîhanê bibe mînak, ew roj ne dereng e….
*Civaknas, Cîgira Hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê
Têbiniya Diyarnameyê: Di 2'yê avrêle de Hevserokên Şaredariya Akdenîzê û 3 cîgirên wan (Ulfiye Ozcan jî di nav de) çûn Kobanî, hevdîtin kirin û vegeriyan. Ev nivîs piştî wê gerê hatiye nivîsîn.



