Diyarname
Vê carê endamên koma Danity Kane ji bo komeleya parastina mafê sewalan PETA'yê xwe tazî kirin.
PETA ji bo mafê sewalan têdikoşe, bi taybetî li hemberî kesên ku sewalan ji bo kurkên wan dikujin têkoşînê dide. Û heta niha gelek hunermendan piştgirî daye vê komeleyê, didin jî. Vê carê endamên koma muzîkê ya amerîkayê Danity Kane ji bo piştgiriyê xwe tazî kirin û deketin pêşberî kamerayê.
Delalan ji bo kampanyaya li hemberî kurklixwekirinê pankarteke li ser "We'd rather go naked than wear fur" (Ji dêvla ku em kurkê li xwe bikin em tazî bigerin baştir e) nivîsî girtîn pêşiya xwe û poz dan.
Endamên komê dan zanîn ku ji ber kuştina sewalên ji ber kurdên wan têne kuştin ew xemgîn dibin, lê mirov di vî warî de bi nezanî tevdigerin.
Ji malpera PETA hatiye girtin


