Diyarname
Piştî ku dozger cezaya girtinê li rojnameya Gunlukê birî rojnameyeke din dest bi weşanê kir: "Demokratîk Açilim". Rojname dê xeta çapemeniya azad bidomîne.
Rojname îro dest bi weşanê kir û gerînendetiya wêşanê ya rojnameyê parêzer Eren Keskin dike. Rojname wekî rojnameyên berî xwe dê "xetên sor" ên Tirkiyeyê rexne bike.
Rojnameyê manşeta "Raza xiyarê Yugoslavyayê" kiriye manşeta xwe, qala amadehiyên ji bo 1'ê Rezberê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya ku dê li Kenyayê bêne kirin (!) kiriye.
Rojnameyê gotina "Silav li Marko Paşa û berdewam ji bo sansurê" kiriye sermanşeta xwe û li kêleka logoya xwe jî wisa gotiye, "Ger em bizanibin sibê dê rojnameya me neyê girtin emê rojnameyeke 'Cidî' derxin" nivîsandiye.