logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

‘Zimanê nayê zanîn’

Van du hefteyan gelek tişt qewimîn. Bîra me ya civakî, li ber bayê van qewmînên lezgîn ên di nav hev de, wekî vizokê li

  • Dîrok: 13/11/2010
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz 

Van du hefteyan gelek tişt qewimîn. Bîra me ya civakî, li ber bayê van qewmînên lezgîn ên di nav hev de, wekî vizokê li dora xwe hat û çû. Welê bû ku gelek têgeh û qewmînên “girîng” ji bo me daketin “jirêzê” û wekî xewnekê di bîra me de winda bûn.
Ji ber lezguhartina qewimînan, bîra me ya civakî “kor” bû û em li şûna ku “pirsa” bûyeran bikin, di hişa xwe ya civakî de teşekî bidinê, gelek caran tenê wekî ku li fîlmeke dramayê temaşe bikin, li bûyeran dinêrin û piştre vedigerîn ser korefamiya xwe.
Ji bo civakekê “mirina spî” ye korefamî û bi vê yekê civak, bi karekteristiya xemsariyê ber bi kendalên bêbinî ve hêl û gêr dibe.
Di van du hefteyan de; li aliyekî dilê me bi dirêjkirina “bêçalaktiya” PKK’ê, bêhnekê fireh bû, li aliyê dîtir bi çalakiya xwekujî ya li Taksîma Stenbolê, hişê me careke dîtir bi bêinsafiya “qanûnên şerî” hesiya, li rexekî aqilê me bi salonên Dadgehên Amedê li gel siyasetmedarên kurd ên bi “Doza KCK’ê” têne darizandin teqle avêtin û bîra me ya civakî di rûyê me de, şerq şerq şikiya (şikest).
Dadgerê Dewletê, li welatê ku kanala fermî ya Dewletê TRT 6 bi zimanê kurdî weşanê dike, radibe dibêje, “Zimanê nayê zanîn ku tê hizirkirin dibe ku kurdî be” û neftê bi hêvî û xweziya kurdan dadike.
Ji aliyê dîtir ve, li Tirkiyeya ku dê van nêzîkan bibe Mertalê Parastina Fuzeyan a NATO’yê, bayê hêviyan li ber coxînan e. “Zimanê ku tê fikirkirin kurdî ye” di xweparastina li salonên dadgehan de, hê jî bi “xema man û nemanê” ye.
Bîra me ya civakî, “tê fikirkirin” ku bîreke di navbera dadgeh, zindan, goristan û çiyan de ye. Zimanên ku “nayên fikirkirin bi kurdî ne” di fikrên me de her ku hêl bi hêl bagerê rakin û nehêlin em “bi zimanê ku tê fikirkirin bi kurdî be” fikiran bikin, xeyalan jenin, romanan birêsin, helbestan bihûnin, çîrokan bibêjin, wê demê, bi kampanyayên “siyasî” em ê nikaribin hesinê “fikirkirina bi zimanê nayê zanîn” bihelînin.
Van du hefteyan, di bîra me ya civakî de, erdhejên gelek mezin çêkirin. Xuya bû ku starka vesazkirin û dizayneke nû hatoye dayîn. Konsepteke nû li dar e.
Li aliyekî Iraq di Rojhilata Navîn de, hewl dide xwe li ser piyên xwe bigire û di meydana şerê siyasetê de konê xwe deyne. Amerîka, dixwaze bi Mertala Fûzeyan, Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn wekî xalefê xwe deyne û li ber sînga Îranê (lê di rastiyê de Rusya –Çînê) wekî tan/çît/pejanekê deyne.
Li her alî, siyaset tim di nav “guhartin û veherînekê” ye; di sehneya dîrokê de, yek radibe, yekî din tê şûnê, nav diguherin, dewlet, împaratorî hildiweşîn, yên nû li şûnê ava dibin, lê a ku her tim dimîne û her heye; şerê hebûnê, şerê desthiladariyê yê hêzan e.
Ji ber vê jî, “yên ku tê hizirkirin nayên nasîn” îro, ji zimanê me re dibêjin “zimanê nayê zanîn”, lê sibê, “aktorên siyasetê dê biguherin” û wê demê, dê di lîteraturê de “pênaseyên nû” bêne dariştin.
A girîng, îro zimanê nayê zanîn, em bi “nezanan” bidin zanîn...
Min di çapemeniyê de xwend: “BDP dê di çalakiyên xwe PIRTIR girîngiyê bide kurdî û ‘paxavê’ pê bike”, de li ser xêrê be!... Me gelek caran “kampanyayên wiha bihîstin, lê nizanim çima “giya qet li zeviya beyar şîn nehat...”
Vê carê?
Tê hizirkirin ku kampanya ji bo perwerdeya bi kurdî....
...
Bi hêviyên xweş!...  

omerdilsoz@yahoo.com

***

Nivîsên din ên Omer Dilsoz ku di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Şîfreyên dema nû û tiştên bêne kirin

- Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

       

   

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 14 05 2026

Wêjeya zimanê devokî û Omer Dilsoz

news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

3 nûçeyên li ser rojnamegerî

ad

Kovara The Times pêveka "Kurdistan" belav kir

ad

Li 3 bajarên kurdan hilbijartinên saziyên sivîl

ad

Hevserok û rêveberiya nû a PEN’a Kurd diyar bû

ad

Shakira birin nexweşxaneyê

ad

Ardern di erdhejê de jî aramiya xwe xira nekir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname