Diyarname
Serokwezîra Zelandaya nû bi têkoşîna li dijî vîrusa koronayê de bi serketina xwe bala raya giştî ya dinyayê kişand. Li Zelandaya Nû gelek hindik mirov ji ber vîrusê mirin. Serokwezîra Zelandaya Nû Jacinda Ardern îro di weşana yekser a kanaleke de diaxivî, li welêt bi şida 5.8 erdhej çêbû. Ardern aramiya xwe xira nekir û piştî rawestana erdhejê weşana xwe dom kir û bi ser de jî bi kêf qala wan kêliyan kir.
Ardern ku bi giştî aram e û vê yekê ji dest nade, di vê bûyerê de jî wisa kir û vê yekê kir ku ew dîsa li dinyayê bibe rojeva çapemeniyê.
Erdheja li nêzî paytexta wan Levinê bi şida 5.8 bû.
- ERDHEJ-JACINDA ARDERN


