Diyarname
Lîstikvana navdar Shakira li Perûyê berî konserê nexweş ket û ew rakirin nexweşxaneyê. Hat gotin ku ji mehdeyê xwe nexweş ketiye.
Shakira hefteya borî li Brezîlyayê dest bi tûrneya xwe kiribû. Piştî 10 salan ew dê 18'ê mehê li Perûyê derketa ser dikê, lê nexweş ket, konser hat betalkirin.
Shakira di peyama belav kir de wisa got, "Mixabin ez mecbûr im vê ragihînim. Duh ji ber mehdeyê xwe ez hatim beşa nexweşên lezgîn. Doktor destûr neda derkevim ser dikê. Ez hêvî dikim di kurtedemê de baş bibim û şova xwe pêşkêş bikim."


