logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
news-details

Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piştê!’

Wekî milet zimanê me gelekî li ‘gil û gazinan’ vekiriye. Helbet ev rewşa me dibe ku wekî ‘encama psîkolojiya bindestiyê’

  • Dîrok: 17/09/2010
  • Beş: Serbest

Omer Dilsoz 

Wekî milet zimanê me gelekî li ‘gil û gazinan’ vekiriye. Helbet ev rewşa me dibe ku wekî ‘encama psîkolojiya bindestiyê’ bê dîtin. Heta derekê ev yek rast e jî. Bindest, wekî awayî derbirînê mimkûn e serî li rêbaza ‘gazinan’ bide; jixwe ji ber vê ye, tê gotin, yê serdest bi rê ve dibe, yê bindest gazinan dike.
Helbet gava mijar miletek be, nabe ku mirov nivîskarên wî gelî jê veder bike. Helbet, ew jî ji nava wê civakê rabûne û bi karakterê wê civakê jî bûne xwedan karakter. Ango ew jî her ‘neferên’ wê civakê ne û ‘heke ji vê garanê yek rîxo be navê garanê pê diherime.’
Psîkolojiya ‘garankî’ di civakê de bindest û nesaz de, - belkî ji ber şertên dijwar ên jiyanê ên sosyo-polîtîk- ji civakên ‘normal’ gelekî li pêştir e. Ji ber vê jî, di vê civaka bindest de, ‘xetên sor’, katagoriyên wekî; ‘qenc-xerab’, ‘xayîn-cangorî’, ‘reş –spî’, ‘ji me, ne ji me’ gelekî hene û civak ji bo birbiranê û dubendiyê gelekî musaîd e.
Ev giş encamên bindestiya civakê ne û ji nebûna ‘aîdiyeteke neteweyî ku hemû sinifên civakê vegire’ peyda dibe.
Em dikarin vana wekî ‘êşên navberê’ pênase bikin.
Gava em berê xwe bidine dîroka xwe, di van kategoriyan de, mirov dikare du profîlên nivîskaran (rewşenbîr-aliman) bibîne. Li aliyekî mirov di dîroka me de, Melayê Cizîrî yê ku ‘bê mîr venedixwar şîr’ û li aliyê dîtir Feqiyê Teyranê ku ji ber zilma mîran ‘nediçû dêrê û ne jî mizgeftê’ jî bibîne.
Yek, encama xwedanhelwestiyê, ya din jî encama ‘zanayê qesrê’ ye. Belkî jî derdê wan gelekî ji hev cuda bûye.
Di hemû dîrokê de, li rex Feqî yên wekî Sokrates, Sartre û hwd peyda bûne û li rexê din jî, nivîskarên nefsmezin ên dostê îktidar û desthilatê jî her dem rexê din ê terazûya dîrokê dagirtine.
Di encama vê de, lîteratûra me bi têgihên ‘hem ji dêrê bû hem ji mizgeftê’, ‘heke teref nebî dê berteref bibî’ hatine dariştin û hinekan jî ev yek wekî ‘êşa piştê’ binav kiriye.
Di vê çarçoveyê de heke em awirekê bidine rewşa nivîskariya kurdî ya îro, em ê gelek baştir bi mesela êşa piştê bihesin.
Dîmena nivîsa kurdî ya îro dîmeneke gelekî zelal û ronak nîn e. Nexasim nivîskarên kurd ji bo ku bikaribe bibe xudangotin mecbûr tê hiştin ku ji bejna peyva xwe pirtir, ji bo domandina ‘hebûna xwe’ pala xwe bide palpiştekê û bide dûv şopa garanekê nexwe dê pir bi hêsanî ‘berteref’ bibe – a rast dê bê berterefkirin.
Hûn hemû mesela ‘êşa piştê’ dizanin ji bo wê jî hewce nîne dubare li vê derê binivîsim. Lê ji bo mebesta min bê fêmkirin ez dixwazim digel we senaryoyekê vehûnim.
----
Nivîskarek behsa serpêhatiya xwe dike:
(...) Ez nivîskarekî kurd im. Heta niha çend romanên min hatine weşandin. Ez behsa sergêjiya wê pêvajoyê nakim, lê baş dizanim ku berhemhênan li asta gerdûnî ne tiştekî pir jirêzê û hemahema ye. Hayê min jê heye ku li cîhana normal a azad, gava nivîskarek xwedan berhemên edebî yên baş be, -heke dibistana seretayî tenê xwendibe jî- dikare bi referansa berhema xwe di zanîngehên cîhanê de dersdariyê bike...
Welhasil, ez, niha ji bo ku bikaribim debara xwe bikim, sibê heta êvarê bêhna devê xelkê dikêşim. Binêrin çi hate serê min: Ez çûm ba komên siyasî, min behsa nivîsandinên xwe kir, bêyî ku guhê xwe bidinê ji min re gotin; îdeolojiya te çi ye, çûme ba xwendekaran, pirsa lîsansa min kirin, çûme ba gundiyan pirsa binemala min kirin, çûme nik memûran pirsa meaşê min kirin...
Welhasil, ez, çûm kî derê li heman striyan aliqîm û ez her bi êşa pişta xwe hesiyam. Çu kesê pirsa “ka te çi nivîsandiye?” nekir, her kesê got, “Ka te pişta xwe daye kê?”...
Erê min pişta xwe daye tiştekî bi tenê: dengê dilê xwe û asoya mejiyê xwe... 
---
Ez bawer dikim, vê senaryoyê hûn bi rastiyekê serwext kirin, ez dibêjim qey hûn jî niha di pencereya xwe re li ser vê yekê hin hizran dikin.
A rast hûn dizanin pirsa me ya serî çi ye; em dikarin hemû cîhanê di nava xwe de bihewînin, lê em nikarin li zanayekî xwe xwedîtiyê bikin, em dikarin hemû cîhanê li ber dilêriya xwe bilerzînin lê em nikarin ‘feqî’yekî xwe li dêr û mizgefta xwe danişînin, erê, em dikarin bi hezaran cangoriyan ji dergûşa diya xwe hilînin lê em nikarin rêzanekî li serê dîwana xwe dabînin...
Ji vê pirsa me êş û jan davêjin parsûyên me û em her dem dinalin: “Ax pişta min ax piştê!” 

omerdilsoz@yahoo.com

      


  


 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 02 06 2026

QEREÇÎ; Aşiq-Roman-Çingene

news
  • 01 06 2026

Muzîk, Hişê Çêkirî û Kurdî: Li ser van mijaran çend gale gal

news
  • 30 05 2026

Çûyîna Bavo ya Hecê!

news
  • 25 05 2026

Di 'Dirindeyên Hesinî' de helbest, hêma, sembol û tiştên din

news
  • 24 05 2026

The Mist (Mija Kujer), rastî û windabûna hişmendiyê (Bi nêrîneke derûnkolînerî li ser rewşa kurdan)

news
  • 21 05 2026

Kurdan di 2 rojan de 4, di 6 mehan de nêzî 10 komeleyên kurdî vekirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Wêneyê Rojê îro ji Efrînê hat

ad

AFP: PKK ji bo şengaliyan rêyek vedike

ad

Li Bedlîsê 5 partî bi yek berendamî dikevin hilbijartinê

ad

Meclisa Kerkûkê biryara dûrxistina Necmedîn Kerîm red kir

ad

Venedîk wê bi "Beetlejuice Beetlejuice" dest pê bike

ad

Wezîrê Îtalyayê: Temaşekirina mirina Qedafî xeta bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname