Diyarname
Îşev li Tirkiyeyê seat 04.00'an de saeteke bi paş ve tê dayîn.
Li Tirkiyeyê di şeva 28'ê adara 2010'an de saeteke bi pêş ve hatibû girtin, îşev ew saet dîsa bi paş ve tê dayîn. Saet 04.00 a 31'e mehê de saeteke bi paş ve tê dayîn.
Ev rewşa guhartina saetê li gor welatên Yekîtiya Ewropayê di yekşema dawiya adarê de bi pêş ve tê dayîn û di yekşema dawiya kewçêrê de jî bi paş ve tê dayîn. Bi vê yekê dikin ku ji rojê zêdetir fêde bibînin.
Bi vê dikin ku mirov zûtir dest bi karê xwe bikin, êvarê dema ji kar vegerin hê tarî neketibe erdê û bi vî awayî ji şewatê û ji xerckirina ronahiya eletkrîkan tasarûf bê kirin.


