Diyarname
Vê hefteyê 7 jê biyanî 2 yên tirkan bi temamî 9 fîlm hene. Aksiyon, macera, ji bo zarokan fîlm hene.
Ji bo yên ji aksiyonê hez dikin û ji bo hezkiriyên Sylevster Stallone fîlmê wî vê hefteyê tê. Fîlmê bi navê "Escape Plan 2: Hades" wekî "Kariş Plani 2. Hades" (Plana Revê 2. Hades) ji bo tirkî hatiye wergerandin. Piştî çend salan lîstikvanê aksiyonê yê navdar Sylvester Stallone bi vî fîlmî tê. Di fîlmê ku Steven C. Miller bi re ve biriye de Ray piştî 3 salan ji girtîgeha bi navê "The Tomb" kariye birive ku ji vê girtîgehê rev ne mimkûn e. Û pîştî vê revê forûma ewlehiyê saz kiriye. Lê ji koma Breslin hostayê pevçûnan Shu di nav Hadesê de winda dibe ku ev Hades di nav kompîturê de wekî labîrenta tekno terorê tê hesibandin. Breslin divê hevalê xwe ji nav vê makîneyê rizgar bike. Planek wî ya piralî heye.
Kunye:
Nav: Escape Plan 2: Hades
Derhêner: Steven C. Miller
Lîstikvan: Sylvester Stallone, Dave Bautista, Jaime King, West Chatham
Û vane hemû fîlmê ku vê hefteyê ketine vîzyonê:
- "Escape Plan 2: Hades" / Derhêner Steven C. Miller
- The Mojicons 2 / Derhêner Aleksander Romanetz
- The Leisure Seeker / Derhêner Paolo Virzi
- Extraordinary Journey of the Fakir / Ken Scott
- Tag / Jeff Tomsic
- Still/Born / Derhêner Brandon Christensen
- Sicario: Day of the Soldado / Derhêner Stefano Sollima
- Sessiz Ol / Derhêner Samet Çakirtaş
- T.İ.M. / Derhêner Onur Yigit


