Hunermend Xemdar
Muzîk bi deng û melodiyê afirandina hunerê ye! Yên ku muzîkî diafirîne jî hunermend e. Însan ji civaka ku lê jiyanê dike bi bandor e, serpêhatiyên kesayet û jiyana civakê kesayetan diafirîne.
Pêre jî ji van kes û kesayetan jî tîne ba hev û stranên bi bandor tên holê. Mirov dikare bibêje ku jiyana gel bi awakî berhevkirî dîsa difroşê gel.
Hunermend bîrdoz, kesayet û hemû serpêhatiyên xwe bi alîkarîya melodî û deng xwe îfade dike.
Muzîk tiştekî wisa ye ku, însanê ku nikaribe xwe bi gotin û hîsê xwe derdê xwe bide diyarkirin, dikarê xwe bi melodî û dengê xwe derdê xwe bîne ziman.
Bi gotinek din muzîk ji dengê însan e û bi dengê enstrumenan tê temamkirin.
Mebesta min ku li ser muzîkê ez dixwazim bidim dîyarkirin ev e ku, gelo rola hunermend çî ye?
Hunermend jî ew kes eku ji kîjan beşa hunerê bibe bila bîbe kesê afirîner û kesê xwedî bandor e.
Sînema, tiyatro, muzîk û hwd kesê van xweş bihone mirov dikare bibêje hunermend e.
Kesê ku gotinên nuh li ser zimanê dayikê zêde bike, ew hunermend e.
Kesê ku bedewîya welatê xwe, çand, huner, wêje û hemû pirsgirêkên welatê xwe diyar dike mirov karê bêjê ew hunermend e!
Ka gelo ev tiştên ku me rêz kirin di nava hunermendên kurdan kîjan hene, an jî kîjan valahî hene?
Dîroka hunerê û hunermendan vedigere ser dirêjahiya pêkhatin û hebûna ziman? Li gor bîr û bawerîya min hunermendê ku bi gramara zimanê pê distrê nizanibe ew nikarê bibe hunermend?
Eger hunermend çand, wêje, aso û hwd. bi van esasan ne pêkhatîbe jixwe qet nikarê bibe hunermend!
Ez dikarim wiha bibêjim, her şaxekî hunerê çawa xwedîyê ziman û şêweyên gotinê ên hevbeş in, wisa jî xwedî ziman û şêweyên gotina xwe ya xweser in jî.
Ev şirovekirin dibê ku hinek hunermendên me aciz bike! Lê ev rastiya hunerê ye.
Bi rastî jî em fêr nebûne ku bi hişekî azad li ser rastiyên xwe û hinek bûyeran nîqaşan bikin. Lê dîsa çi dibe bila bibe ezê nêrîna xwe azad bînîm ziman.
Hinek diafirînin û hinek jî dixwin! Çanda dawetan jixwe malik li çand û hunera kurdî xerakiriye! Ev 20 sal in ku keda tê dayîn ser û binê hev du dikin. Melodîyên xwedî bandor û dilşewat tu dinêrî ku rîtim zêde kirine û kirine yên govendê.
Tekstê li ser lehengan tu dinêrî ku li ser qîzike bê naverok û bê wate kirine û distrên. Bi kurdîyeke xirab a bê naverok û bê wate tê gotin, tê rêzkirin.
Bi almanî, tirkî, îngilîzî û dawî bi kurdî gotin tên gotin.
Mehê carekê jî camera di jêr zemînê de cd'ya çêdikin û dibêjin cd'ya min a 20'emîn. Dibin wan de jî mercedes benz û cip hene. Û xwedîyê stranên bi rûmet, yên navdar jî hunermendên gel ji nêza zikê xwe difirkînin.
Banga min ji bo hemû çapemeniya kurd, sazî, dezgeh û hemû welatparêz ku xwedî li hunermendên xwe yên neteweyî derkevin.
Em nabêjin bê dawet bimînin, jixwe dawet jî beşek ji çanda me ye. Lê divê ev çand bê parastin?
Ji xwe gelek ji van hunermendan li Ewropa ji dayik bûne, qet bi zimanê dayikê nizanin. Belê belkî hûn bêjin ma gelo hunermendên me yên navdar sedî sed bi kurdî dizanin? Ew jî rastîyek me ya ku, gelek navdarên me jî nêr û mê, yekî dikin gelek, gelekî dikin yek, an jî di şûna bêjin yara min dibêjin yara me? Vê tevlî heviyê dikin! Lê dîsa diafirînin jî. Li çand û hunera xwe xwedî derkevin.
Bi stranên van hunermendên navdar, ev kesê ku ji xwe re bêjin em hunermendin, debare xwe dikin. Li ba wan afiradin nîn e? Tenê xerckirin heya. Bi sedan hunermendên dawatan hene, hemû jî tenê tariq mêvanê mino dixwazin me bixapînin, an jî dixapînin.
Ev bist sal in li hemû dawet û şahiyên me de tariq mêvanê mino tê gotin. Me tiştek bi ser ne êxist û em bi ser jî naêxin.
Werin li çanda xwe ya rast xwedî derkevin.
Tariq mêvanê min tenê karê we bidê lîstandin heya demekê!
Nikarê bi derd, êş, xweşî û hemû pirsgirêkên civake me.