logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?
  2. Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)
  3. Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî
  4. Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn
  5. Hunermendên bo pîrozbahiya Amedsporê wê li ser dikê bin diyar bûn
news-details

Xêrxwazî û qulopiloyên rexneyê

Bi rastî şermeke mezin e ku ez ji “mirovekî ku cudahiya mîzah û cidiyetê nizane” re bersiva rexneya rexneya xwe didim.

  • Dîrok: 28/10/2010
  • Beş: NÎQAŞ

Bawer Ronahî


Bersivek bo nivîsa Saît Kulen.

Bi rastî şermeke mezin e ku ez ji “mirovekî ku cudahiya mîzah û cidiyetê nizane” re bersiva rexneya rexneya xwe didim. Qaîde û hîmên rexneyê çi ne, çawa ne, kê kengî ev bingeh ji rexneyê re ava kiriye, li kîjan welatî bûye zagon û ketiye bazarê, xerîdarê wî kî ye ez nizanim. Heke Saît Kulen, camêrê ku rexneya min rexne dike berî her tiştî van meseleyên sûbjektîf safî û zelal bike ez ê keyfxweş bibim.
Camêr, tu bê acizî, bi hişekî safî û zelal nivîsê careke din bixwînî tê bi hêsanî wekî “rexneya mîzahî” bi nav bikî. Amenna! Şik û gumana min ji xêrxwaziya te tune ye lê baş nizanim tu ji rexneyê bi xwe aciz bûyî yan ji terza rexneyê. Ji kerema xwe re bêjînga xwe ya safîkirinê ji bo vê jî bihejîne, du sê deqqeyan. Bi tevî ku tu navê min û wêneya min a seksî û pozbilind li wir dibînî, behsa esrarengîziyê filan dikî. Aha di vê meseleyê de min ne xêrek dît û ne jî xêrxwaziyek.   
Di serî de ez kunye û nasnameya xwe ji te re eşkere bikim ku tu wekî xefî-polîsan nekevî dû min û paşgotiniyên beredayî. Ez nivîskarekî vir de wê de me. Terza min jî nîv-mîzah e ku te wekî “necidîbûn” bi nav kiriye, -xwelî li serê min! Nav û paşnavê ku bavê min, Xwedê ji te jî ji wî jî razî be, ji bo min hilbijartiye jî Erol Şaybak e.
Ezbenî, te gotiye; “Wisa xuya dike tu ji temaşevanekî bêhtir wekî şanogerekî çavnebar û hesûd xuya dikî!” Na ezxulam. Ez tenê temaşevan im û eleqeya min bi lîstikvaniya şanoyê re tune ye. Ji bo çavnebarî û hesûdiyê jî dibêjim çîroka te ya têrheqaret nakeve serê min, ez ê bersiva xwe neajom wê hêlê.
Navê min jî, -ku ji Asyaya Navîn li hespê xwe siwar bûye û heta serê çiyayê Miksê hatiye- bi qasî yê te, dûrî civatan, esrarengîz nebe lê bi wê Qur’ana bavê te danandî ser çokê xwe û per per xwendî ez dikarim bêjim ku ji navê te rasttir û dirusttir e. Min hilbijart; heke tu jê aciz dibî li rexê rastî binêre tê navê bi dehan nivîskarên hêja bibînî ku hemû jî wan bi xwe hilbijartine.
Axirkelam. Piştî ku te pirsgirêkên xwe yên şexsî bi min re safî û zelal kirin, ez dixwazim cab û ciwab û bersiva xwe li ser can û cesedê cidîyeta te û nivîsa te de berdim. Ez nizanim tu kî yî û naxwazim nav û paşnavê te bitirtikînim: derdê min fikrên te yên bêserûber in.
Rexneya min bêyî lêkolîn û pirsiyar nehatiye nivîsîn ezbenî, netirse. Orjînala lîstikê norwecî ye, çend xanimokên ji “Tiyatro Boyalı Kuş”ê ji ingîlîzî wergerandine tirkî, lîstine û Aydın Orak jî ji tirkî wergerandiye kurdî. Wekî nivîs jî qal dike ez ne dijminê wergerên tirkî me lê navê Kawa Nemir jî heye tê de û rexneya xwe jî min bi zimanek safî zelal nivîsiye ka çima wergera ji zimanê orjînal hewce ye an ne hewce ye filan û fîstan. Ji bo ku ez şaşî û t’ahliyên wergera lîstikê bizanibim ne hewce ye ez Norwecî jî bizanibim zimanê mar û koremaran jî. Têra xwe û te tirkî û kurdî dizanim ezbenî. Ji xwe ji jornivîsa lîstikê jî mirov xweş pê derdixe ku werger ji tirkî hatiye kirin û gelek biwêjên xasî tirkî rasterast hatine wergerandin. (Eynî wekî te nivîsî: “nêta te ne ew e ku tu tirî bixwî, nêta te ew e ku tu li xwediyê rêz bixî”.) Mixabin ku hişê min ê nankor piştî deh rojan rê nade ku ez çend mînakên xweştir li ber çavê te raxim û tu jî bibînî ku zimanê lîstikê xwedî gelek şaşî û qelsiyan e. Û ez baş dizanim ku navê “Mala Bebikan” ji Ingilîziya lîstikê hatiye wergerandin: “A Doll’s House”. Xêra xwe tu jî wergerîne ka tê bêjî “Mala Bebikan”, “Mala Bebikekê” yan tiştekî din.
Nivîsa min, tu çawa bixwazî wisa dixwînî lê di derbarê rejiyê de min gotina xwe tenê li ser kêmasiya du karakteran gotiye û rast e jî: du karakter kêm in. Ji bo teknîk û dramaturjiyê, –haşa- kalîbreya min têrê nake ez dirêjtir bikim. Ji bo zanîna hejmara karakteran, ‘ilim orjînala metnê jî hewce nake. Lê berî ku dest bi rexneya xwe bikim, min lêkolîn û pirsiyarek li ser lîstikê kiribû, şikir ji Xwedê re! Erê, pênc karakter hene: Nora, Torvald, Krogstad, Mrs. Linde, Dr. Rank.
Broşura di destê min de jî qala pênc kesan dike lê sê lîstikvan –bêyî ku tiştekî ji temaşevanan re bêjin- derdikevin û lîstika xwe pêşkêş dikin. Dengekê ji derve jî bi dûblajekî bêxêr û têrtereddut tevlî lîstikê dibe û hew! Erê, ez kurê bavê derhêner im ma bizanibim du karakterên wan reviyane û çûne? Nivîsa min safî û zelal qala kêmasiyê dike. Ji bilî wî te divê destanan li ser sehne û dramatûrjiya lîstikê, jest û mîmîkên lîstikvanan binivîse ne xema min e. Ji ber ku bingeha rexneya min li ser terz û şêwaza xebata şanogerên me û profesyoneliya lîstikvanên kurdan e. Tu dixwazî çarçoveya xwe teng bikî û tê re binêrî ka ev camêr çi nezanî û gundîtiyê wekî rexne rêz dike. Tu gidî henekçî!
Derdê te ew e ku ez jî wekî te çend qulopiloyan ji xwe re rêz bikim û çi kêmasî li ber çavê min ketibin biçim ji lîstikvanan re bêjim. Lê tu dû re zimanê xwe dirêjî hîm û bingeh û peywira rexne û rexnevanan jî dikî. Ezbenî, yan tu jî di derbarê lîstikê de rexneyên xwe binivîse û pariyek nan bavêje nav vî dewê ku em jê re dibêjin şanoya kurdî, yan jî bihêle bila mirov rexneyên xwe binivîsîn û wekî “şaxekî şanoya profesyonel” rexneya şanoya kurmancî jî çêbe. Qey hewce ye ez rexneyên xwe bibim li kûlîsê di guhê lîstikvanan de bi pistepist berdim? Ev profesyoneliya rexneyê çi ye wisa gidîîî?!     
Nas be jî dost be jî ez ê nedim bin çengan û seb xatirê çavên reşbelek ez ê nebêjim hûn di karê xwe de serketî ne, efferim ji we re filan û fîstan. Rast e ku kêm lîstikên kurdî derdikevin ser sehnê, mixabin. Kurd qedrê wan dizanin yan nizanin, ew meseleyek cuda ye û têra xwe jî kesane ye lewra ez naxwazim gayê nivîsa xwe li wan zeviyên beyar biçêrînim. Lê heke dûrî profesyoneliyê bin û bi gelek şaşî û xeletiyên zimên lîstik bên pêşkêşkirin em ê jî rexneyên xwe binivîsin ku şanogerên me eynî şaşî û xeletiyan dubare nekin. Şanogerek –ku camêr bi serbilindî bêje va ye deh sal e ez şanoya kurdî dikim, ez çi mêrxas im law!- pesnê xwe bide, ez biçim lîstika wî temaşe bikim û kêmasiyek ber çavê min bikeve, li min bibore ezbenî lê ez ne kurê bavê te û wî me, helbet ez ê rexneya xwe binivîsim.
Min tu çêr û xeber ji tu kesî re negotine. Ji min zêde ye ku ez zimandirêjiyê li keda mirovan bikim. “Rijî”bûna rejiyê jî kêmasiya danasînê û ya derhêner e. Heke li herêma we “rijî” peyvek erotîk be nizanim. Lê em jê re dibêjin “bêt’ahm/xwerû/bêserûber”.
Ez nabêjim rexneya min cidî ye û ji bo cidîbûna rexne û terza nivîskariyê jî bi te re nakevim nav niqaş û teşqeleyan. Mîzaha nivîsê xwe dide dest û heke tu nakenî bêje ez ji mîzahê jî ji rexneya mîzahî jî fêhm û hez nakim, xelas û çû.
Rexneya xêrxwaz tûj e birako. Bi qewlê tirkan; “dost aci soyler”. Ez jî wekî te xwe bavêjim kûlîsê û rexneyên xwe ji lîstikvanan re bêjim wê rexneya me veguhere têkiliya xal-xwarziyan û pûç bibe. Ji xwe mirovên ku bixwazin ji rexneyê sûdê werbigirin û ji xwe re bikin guhar têxin guhê xwe wê nivîsê bixwînin, heke şaşî û nelirêtiyek dîtin jî bila ser serê min û ser çavê min rexneya xwe binivîsin. Em hemû jî dizanin ku deriyê Diyarnameyê bo rexne û nîqaşên “xêrxwaz” vekirî ye.
Bila haya te jê hebe ku rexneya min xêrxwaz e. Ez dev naavêjim kesayetî û nav û paşnavê tu kesî û wekî te xwe pisporê lîstikvanî û şanoyê jî nabînim. Min lîstikek temaşe kir û rexneya xwe bi zar û zimanek gulgulî nivîsî. Ku tu bêdudulî û bisteh jê re dibêjî “gayrî cidî”, ez jî te davêjim ber bextê Şêxê xwe Evdile Koçer. Sibê heta êvarê qala min û te dike û bi zimanek mîzahî rexneyên xwe yên tûj î tûj dike xalxala lingê hemû jixweraziyên civaka kurdan. Mîzah li her derê jiyanê ye û cidîbûn ne li gorî pîvanên min û te tê diyarkirin. Van têgehên sûbjektîf ji bo xwe, nemaze bo rexnekirina rexneya min, neke behane.
Ha! Tu dibêjî ya min jî rexne ye; mirov biçe û rexneya xwe rasterast ji mirovan re bêje. Hemd û sena, xemxwurên nivîsê zêde guh nadin galegalên devkî û navxweyî. Ferqa me ev e.
Silavên seksî ji milkê dil û gurçîkan…

mamoste_34@hotmail.com

 

 

***

Nivîsa Bawer Ronahî ya din a li ser vê meseleyê:

- Nora: Trajediya şanoya kurdan û zimanê kurdî

 

Nivîsa Saîd Kulen:

-  Trajediya rexnevanên kurd û lîstika Nora/Nûrê

 

Parve Bike

Youtube Me

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Ji aliyê HDP'ê ve bajarên krîtîk

ad

Evîn dikare guran jî aş bike

ad

Cîlda 2’yan a “Hemû Berhemên Fêrîkê Ûsiv” derket

ad

Darizandina Tugluk rawestandin

ad

Dîrokek nû hat nivîsîn: NASA'yê li hîvî av kifş kir

ad

Mîhrîcana Govendên Gelêrî dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

  • 08 05 2026
news

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

  • 08 05 2026
news

Li gelek bajaran dawiya vê hefteyê çalakiyên bi kurdî

  • 08 05 2026
news

Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn

  • 07 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname