Diyarname
Pirtûka bi navê “Stranên Dawetan” ku ji stranên serê bûk, serê zava û govendê yên Farqîn, Pasûr û Batmanê pêktê ji Weşanên Weqfa Mezopotamyayê derket. Bêrîvan Matyar stran berhev kirie û pirtûk amade kiriye.
Pirtûka ku ji demekê ve ye Bêrîvan Matyar li ser hûr û kûr dibû û dixebitî temam bû û derket. Ji devê gelek jinên ji herêma Farqînê, Pasûr û Batmanê ev stran hatine berhevkirni.
Bi derketina pirtûkê re Bêrîvan Matyar hestên xwe wiha anî ziman: “Îro ji bo min rojeke dîrokî ye. Pirtûka Stranên Dawetan, projeyeke mezin bû ku min barê wê da ser milê xwe, îro jî bi berhemek wiha encam bû. Şa me. Şanaz im. Ji kêfan dikim bifirim. Keda gelek mirovên delal di vê berhemê de heye; Zeynep Yaş, Şenay Kumuz, Ihsan Zanyar, Serdar Canan, Argun Çakir, Eşref Keydanî, Mikaîl Bilbil, Mustafa Aydogan, Behruz Sucai, Îhsan Ay û Selîm Gokçe… Ez ê paşê yek bi yek behsa wan, rêwitiya xwe û vê berhemê bikim. Lê dixwazim bibêjim ku ez minetdara dêya xwe Wetha Matyarê me û Xatiyên wê me. Her wiha minetdara xwişka xwe Şehrîban Matyarê me. Wan ji min bawer kirin û piştgirî dan min. Keda wan bêhempa ye…”


