SAÎT KULEN*
Ev nivîs bersiva nivîsa Bawer Ronahî yê xwediyê nivîsa “Nora: Trajediya şanoya kurdan û zimanê kurdî”** ye.
Sedem çi dibe bila bibe, eger mirov gundî be divê mirov gundîtiya xwe bizanibe. Eger mirov xwe bi gundîtî berde û qûrnaz be di vir de xetereyek heye. Dibe ku mirov lîstikek şanoyê an jî berhemek hunerî neecibîne, dibe ku lîstik xwedî kêmasî be jî, di islûba bikaranînê de divê mirov xwedî qaîde û bi isûl be. Hurmeta gotinan hurmeta ku mirov dide xwe ye. Eger gotinên mirov bêhurmet bin û armanc polemîk çêkirin be, di vir de bêhna populîzmê tê min. Heydê bavê min heydê! Hespê xwe biajo cihekî din. Tevde û mevde tu bihejmêrî pênc komên şanoya kurdî nîn in û salê zêdeyî sê lîstikên kurdî dernakevin ser sehneyê. Digel hemû astengiyan jî eger qîmeta vê neyê zanîn -tu zanî ez dibêjim çi- te dît gotinek heye; ez dibêm çi tembûra min dibe çi?
Hevalê min, min jî du caran temaşeyê vê lîstikê kir û ez çûm rexneyên xwe min bi lîstikvanan re parve kir. Ez meraq dikim (1) Gelo tu çima neçûyî bi van mirovan re rexneyê xwe parve nekir? (2) Tu çima navekî esrarengîz bikartînî? Ez wekî şanogerekî dixwazim ji van rexneyên te sûde werbigirim. Wisa xuya dike tu ji temaşevanekî bêhtir wekî şanogerekî çavnebar û hesûd xuya dikî! Em jî wekî mirov car caran rojnemeyan dişopînin û rexneyên şanoyê dixwînin. Em Diyarname.comê jî dişopînin. Ez vê jî bêjim; Ev zimanê ku hatiye bikaranîn û gayrî cidî min layiqî Diyarnameyê nedît. Em jî dikarin çîrok û çîvanokên xwe bêjin. Lê belê, em naxwazin astê bînin jêr. Ji ber ku em qala berhemek hunerî dikin. Em ne dedîkodiyên (paşgotiniyên) pîrekê li ser tenûran dikin.
Peywira rexnê û rexnevan ev e; Divê kêmasiyên lîstikvan, werger, rejî bi tevahî kêmasiyên sehnekirina lîstikê binivîse ku ew xeletiyên xwe bibînin ku dubare nebin. Wisa xuyaye nêta te ne ew e ku tu tirî bixwî, nêta te ew e ku tu li xwediyê rêz bixî. Lê di nivîsa te de tiştekî wisa tune ye. Mînak; ji bo ku tu kêmasiyên wergerê bizanibî divê tu bi norwêcî bizanibî û te teksta İbsen ya orjînal a bi norwêcî xwendibe. Ji kerema xwe re di lîstikê de çi kêmasiyên wergerê hebûn û tu ji me re çend hevokên şaş yên ku hatine bikaranîn bêjî û xêrekê bikî ku ew heval sererast bikin!
Divê rexnevan bi exlaq be û zimandirêjiya nekî. Ev di hunera rexneyê de qayîdeyek e. Te rejî rexnekiriye û peyvên ji exlaqî dûr te bikaranîne; wekî rejî û rijî! Ji kerema xwe re ji fen û dolaban bi dûr qala kêmasiyên rejiyê jî bike.
Her wiha di nivîsê de dibêje ku çima lîstik ne bi pênc kesan tê lîstin, dibêje du kes kêm in. Ev lîstik ne bi pênc kesan tê lîstin. Ji kerema xwe re teksta metnê ji pirtûkfiroşekî bigire û bixwîne.
saitkulen-21@hotmail.com
*LÎSTIKVAN
** Nora: Trajediya şanoya kurdan û zimanê kurdî