___Hevpeyvîn: Îhsan Bîrgul__
Nivîskar Rizgar Elegez, xwe wekî kevirekî li ber dîwarê xwe daye ber zimanê di avê bi roj da diçe pênase dike. Lê berhemên afirandiye bi me dide eyan kirin ku ew zêdetir e. Meriv bi dilekî rihet dikare bêje ew ne tenê kevirekî li wî dîwarê behskirî ye, ew mertalekî jî li hember aşê hêrandina ziman…
Dema meriv berhemên Elegez dixwîne, bi taybetî ya dawî, yanî “Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din” meriv dibêje qey Ahmedê Mirazî û Elegez li pêşiya qehweyeke Giyadînê rûniştine, behsa îro û duha Giyadînê dikin. Carnan jî di hêlekana ziman û zeman de dibî sergêjê wan çîrok û qalên tê de bajarekî qedim dihewe.
Elegez beriya vê pirtûkê, sê pirtûkên helbestan datîne ser koşka dil ya xwînerên kurdî. Yek ji vana jî Xelata Edebiyatê Ya Ehmedê Xanî wergirtiye. Navê vê pirtûkê “Havîna Serfêza Behrê” ye. Navê her du pirtûkên din jî “Hibra Sor” û “Xunçeyên Xeyamê” ne.
Hûn ê di “Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din” de “Sînema Caddesi”ya bê sînema, Terzî Hovanes, Çerkezê Abo, Baxçeyê Nînê, Baqê Sixiya, Qehweya Qelenderiya, Mala Bekirê Fato, Tahirê Loqantecî, Memed Begê Emer Axa, Meta Emê, Filleyên Cûcanê, Kela Koço, Şikeftên Meyê, Şêx Evdilqadirê Sakî, Gola Mîra û hwd tiştên din binasin.
De werin em xwe bidin ber siya Kela Giyadînê, ji peyayê li pey zemanê çûyî Rizgar Elegez çend tiştan bipirsin
Berî em pirsên xwe bikin, spas dikim ji bo vê dema hevpeyvînê.
Pirsa pêşîn ev e, berî ku em behsa kitêba te ya nû, ya bi navê "Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din" bikin, wekî şair û nivîskar piçekî behsa xwe bikî, wekî Rizgar Elegez.
- Ez jî spas dikim ji bo vê hevpeyvînê û xwendina kitêbê bi xwe, Îhsan can.
Bi min her nivîskar ji emrê xwe dinivîse û dema ew emr xilas dibe, êdî ew dibe nivîs bi xwe, çimkî her tişt bi şiklekî "xwe" dinivîse û dide der.
Helbet ku serê pêşîn tişta ji me ra zêrê zer e, xwendin bi xwe ye. Xwendin bi xwe karekî zor û zehmet e helbet, mebesta min ew e ku em bikaribin metnan bixwînin. Piştî xwendina baş "pirs" bi dest dikevin, mesele hemû pirs e ku peyda bibe û bi wê pêlek li edebiyatê bikeve, pirs her diqilqile û ciyê bêhizûriyê ye.
Îcar, wekî şair û nivîskar, tevî ku zehmet e û qewî giran in ev navine han, ez ê bende jî bi qest û mebesta zimanê xwe rabûm, zimanê ku bi avan de ro de diçe, min jî xwe da ber dîwarê zimên. Lê hîngî çû êdî mesele bû edebiyat, ew hunera bala ku hêdî hêdî û ji dûr ve em ber bi dergehê wê likumîn û hê jî dûr e ew deriyê bi şemal, belkî rojekî meriv nêzîkî wê derê bibe.
Wekî em dizanin, tu li Mêrdînê jî jiyayî û heta Xorasan jî çûyî. Lê çîrokên te panoramaya wan Giyadîn e, gelo ev ji ber çi ye?
- Belê, ew seyr û sefer, zemanekî min serê xwe hildida û diçûm, belkî xeyal bûn ew sefer, ew rêwîtî. Helbet rêwîtiya însan jiyana wan bi xwe ye jî. Mîna bîrekî ye ew ger û geryan. Lê belê sefer jî hene tu di wê cîhana di hundirê xwe de dikî, tu bendê xwe dadixî binê bîra di hundirê xwe de, tu bi xwe de dikevî, çimkî her çûyîn herhal vegerîna li xwe ye. Belê veger (nostos) ciyê şikê ye, lê bi xeyalekî ku tu vekolîneke arkeolojîk li ser zemanê xwe dikî. Wext tê êdî zeman ji zemanê te bi xwe derbas dibe, zemanekî civakî belkî di zemanên kesên din de jî dikî seyr û sefer. Wê demê li ciyekiyî ku ew der ciyê te yê pêşîn e ku te dîtin, bihîstin û bêhnkirin lê seh kirine. Giyadîn nimûne ye, û her xwîner êdî di xeyalê xwe de ciyê xwe jî vedixepirîne. Belkî xwendinên din dike. Ya din mekan bi xwe ciyê hebûnê ye, heger beden mekanê kes/rih be, dinyaya derve jî mekanê civaka tarîxî ye. Bi wê mebestê metna me civakekî û ciyê wê jî nîşan dide. Lê çi be jî mesele ew e em wê rabirdûyê bi bîr tînin, edebiyat hunera "anîna bîrê" ye. Aliyê din jî hinek kesên "bêzar" û "madûn" hene di kurteçîrokên me de, dengê wan dikeve guhê me. Belê wekî yên Çexov tîp û karakterên civakî jî hene, lê wekî kesên "dîn" û derkenarkirî dengên bêdeng jî hene.
Sedema nivîsandina bi devoka Serhedê belkî ya rast devoka Giyadînê çi bû? Di edebiyata me de ev cûre nîqaş hey hene.
- Kitêb gişk belkî ne bi devoka Serhedê be lê belê karakter û kesê/a vegêr di kontekstekî de diaxife ku devoka wan gerek wisa bûya. Helbet ew behsa devokan ji berê ve heye, lê belê devoka kurmanciya Serhedê ji tradisyona ew hemû edebiyat û kultur û folklora kurdên ku di dewra Sovyêtê de mecal bi dest xistin û ew hemû nivîs û qeyd afirandin, ev tiştekî lokal nîn e, ber eks herî xeta geş e kurdî ye. Loma jî kurmancî bi hemû devok û dengên xwe ve êdî baştir li hev rûdinê.
Kesekî/ê wexta kurteçîroka bi navê "bajarname: deng û behsên xamûş" xwend yê bajarekî çawa bibîne, yê kîjan reng û karakterên bajêr binase?
- "bajarname: deng û behsên xamûş"; ew hemû deng û behs, hikayet û kesên ku siya zeman reng û rûçikên wan dinixumîne wana dike babet ku yê bi xwe xeyal bike wî bajarî. Ji qeydên berê, kaxiz û fotrafên peritî heta destxetên tarîxa winda, xwendina tarîxa derkenar û hikayetên li nava xelqê dike ber xwe ew bergeh. Qismek texeyul û behsên tarîxa pirr-alî bin jî, û ew honak (fiction) caran ji rastiya jiyanê para dimînin, çimkî "rastî" hê firehtir e ji honaka ecêb. Wekî mînak kesin hene ku zemanekî ji Kerkûkê hatine Giyadînê, wisa di civakê de bi cî bûne ku êdî belkî tişt nayêne xuyan ji wan. Ji bo vê anektodekî neql bikim ku ev piştî ku kitêba min derket li Giyadînê rast hatim: Rojekî li temîrxaneyekî bûm, min lê nihêrî du kes bi erebeye wekî jeep hatine wir. Emrê wan li dora şêstî filan bû, min nihêrî bi devoka Behdînî qise dikin, yekî ji wan hilda got em Çomoyî ne, bi devoka Behdînî, got, kalikê me zemanekî ji Giyadînê çûye Mûsilê, lê em niha li Duhokê ne û em li ser koka kalikê xwe hatine Giyadînê ku li êl û eşîra wî bipirsin.
Dîsa, wekî bajar qismen ji Italo Calvino mulhem, gelek gerok û kesên tacir û maceraperest jî rêya wan bi Giyadînê dikeve yan jî em pê dixin. Di kitêba Mele Mehmûdê Bazîdî de hikayetek heye, “hikayeta sî û heştê”, ji Frenkistanê mirovekî seyah tê Bazîdê û li wir tê şêlandin û hepskirin û paşê bi isûlekî rizgar dibe. Navê wî Pierre Amêdêe Emilien Jaubert (1779-1847), kesekî nêzîkî Napolyon Bonapart bû, seyah, rojhilatzan, dîplomat ku yê biçûya Îranê. “Ansîklopediya Îslamê” der heqê wî da wekî li dû hinek karên cesûsî behs dike, lê Brant jî behsa şêlandinê dike ku li ser wî xelatên bi qîmet hebûne. Vêca dibe ku rêya wî bi Giyadînê jî ketibe. Em dikarin wisa jî texeyul bikim. Çimkî mimkûn e, lewra eynî ew hikayeta ku Mele Mehmûd behs dike, em di kitêba James Brant de jî rastî wê hikayetê tên. James Brant ê ku Konsolê Brîtanyayê yê Erziromê bû, di havîna 1838’an de derdikeve gerekî ku paşê tê di Wanê re û Erdîşê re tê Giyadînê û Bazîdê. Navê kitêbê wiha ye: "Notên Seyahatekî di nava parekî Kurdistanê re" (Notes of a Journey through a part of Kurdistan). 6’ê Eylûla 1838’an ew qefleya ku konsol James jî di nava wan de ne, têne Giyadînê, belkî jî li tanga Germavê êwirîbin ku wextekî Ewliya Çelebî jî hatibû wê derê. Rojtira din 7’ê Eylûlê 1838, kesekî bi navê Abdurrezak ku begê Giyadînê bûye dibînin, û behsa kurd û ermeniyên li Giyadînê û behsa keleh û qonaxa li Giyadînê jî dike û paşê diçe Bazîdê. Tiştekî din ê ku ciyê balpêdanê ye, James Brant di wê rêwîtiya li Giyadînê, behs dike ku dewrêşekî xelqê Bûxarayê ku heciyekî bîst sal bûye li rêwîtiyan bûye, dixwaze tev li qefleya wan bibe û paşê ber bi Rewanê here. Ew qefleya konsol paşê diçe gundê bi navê Dêr (berê navê wir Ûçkilîse bûye), rastî kitêbên qedîm tê li cem keşeyên wê dêrê. Belkî ew dêra li gundê Cûcana Giyadînê jî ku paşê xirab kirine, wî zemanî hebûbe. Lê jineke pîr ji min re gotibû ku dema zar bûye li bin qubeya wê dêrê lîstine ku êdî wî çaxî dêr xalî bibû.
Emê van bi ku ve girê bidin?..
- Ev hemû qal û behs ji xwendin û bihîstina wekî "deng û behsên xamûş" dîsa têne sêwirandin. Wekî wê honaka Orhan Pamuk ku pir baş fîksiyona wê daye rûniştandin, behsa romana wî ya bi navê Keleha Spî dikim, wekî honak helbet, ka çawa di arşîveke kevn de di nava ewraqên tapî û nifûsê de rastî wê destxetê hatiye vegêr, û Pamûk di heman paşgotina kitêba xwe de wekî me li jor piçekî behsa hinek xwendinan kir, wî behsa çavkanî û xwendinan ku qismek weqanivîs û dîrokzanên heyama Osmaniyan bûn wekî nimûne “Tarîxa Mistefa Ne'îma Efendî”, û behsa îlham û sêwirandina kitêba xwe dike. Lê mixabin min piştî çapkirina kitêba xwe ew kitêba Pamuk xwend. Lê dîsa jî hevterîbiyeke der barê wan qeyd û qûydên berê, û şêwaza tarîx-xwendinê hesteke baş jî da min. Lê belê wekî Cinê Bajêr, kesekî ku ji midûriyeta nifûsê malnişîn bibû, ji wî gelek tesîrên îlhambexş û agahiyên balkêş ketine nava honaka Hikayeta Terziyekî û Çend Tiştên Din. Divê ev jî were gotin, hemû hikayetên di kitêbê de di nava kontekstekî de dirijine nava bajarnameyê.
Karaktera Ahmedê Mirazî li vir derdikeve pêş. Çima te zêdetir bal kişandiye ser Ahmedê Mirazî? Sedemên wê çi ne?
- Ahmedê Mirazî ew kes e ku hibra wî ya ji kanîzilan ji serê sedsalê bîra me av dide. Û wî ronkayî xiste ser wê tarîxa nenivîsandî, xîm û ruknê qeyd û qûydên zemanê çûyî danî. Yek jî, ew tarîxa ku qismen di nava kitêbên seyah û sefîr û belkî ji qisetên taciran behs dibe, bi destê Ahmedê Mirazî serê lodê tê girtin. Aliyê din, zemanê li welatê me hê jî giran dikişe û guherîn jî giran in, loma em dikarin xwe wekî nifşên li pey Ahmedê Mirazî bihesibînin, eva zêde xelet nabe, ew zincîreya nivîsevaniya me piçekî tê girêdan, yek jî Ahmedê Mirazî wekî katib û xwendan kitêb û merîfet e ku di çaxa ronahiyê da jî pêşeng e. Li aliyê din, Ahmedê Mirazî wekî etnografekî jî behsa civakê dike ku ev perspektîfeke tarîxzaniyê ye ku kesên wekî Fernand Braudel di qurneya bîstan de behs kirine. Wekî "tarîxa piçûk" ku Braudel salixê wê jiyana rojane jî dide ka çawa şopên tarîxê dihewîne. Ahmedê Mîrazî behsa tiştan dike ku hê jî em dikarin wana li nava bajêr bibînin. Loma jî îthafeke wisa ji neslê cimaeta xwe heq dike ew ê şîrhelal. Ev jî eyan ku Ahmedê Mirazî daye dû "zemanê çûyî", wekî Proust, wî xwe spartiye bîra xwe ku ewqas nivîsiye.
Te berê bi helbestê dest bi nivîsînê kir û niha jî me kurteçîrokên te dîtin. Gelo ji vir şûn de, berê te yê li ku be, tu yê ber bi çi biçî?
- Te dî, Garcia Marquez ji bo Tenêtiya Sed Salê, digot min ew roman panzdeh salan xeyal kir û di nava du salan da jî nivîsî. Em vê bêjin, îsal pê re, yanî li 2025’an, şiîrên ku xwîna peyvên wan bi "hibra tehl" şil bûne, dibe ku em bidine ber çapê. Lê hikayet û sêwrên ku em di bîra xwe de av didin û xweyî dikin hene, ku belkî wekî salên Marquez paşê birijine ser kaxizê.
Kevirê serê lodê ango gotina te ya dawîn çi ye? Ji bo xwîner û bajariyên te…
- Em zêdetir berê xwe bidine mîrasa xwe ya ziman û ya ku pakîka nehatiye nivîsîn. Lê belê baştir guhê me li ser edebiyata cîhanê be jî. Em bixwînin û tiştên baştir bikin. Xaseten metnên ku xîmê edebiyatê danîne. Em hemû xwendevanên ebedî ne yên ku hinekî "dîntî" jî pê re hebe!
Cansaxiya te jî dixwazim û silavên bedew ji bo sahib nezer ên"metinxwan".
***
HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
MAIL: diyarname@diyarname.com