Silêmanî
Lijneya Organîzekirina Sersaxiya Sekreterê Giştî yê YNK'ê û Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî, têkildarî merasîma oxirkirinê û konên taziyê daxuyaniyek nû da.
Vaye ew daxuyanî:
"Wê cenazeyê Serok Mam Celal roja înê (Sibe) di saet 10:30'an de bi rêya Balafgeha Silêmaniyê bigehe Kurdistanê û piştî merasîmê wê li Debaşan a li Silêmaniyê were oxirkirin.
Roja Şemiyê û Yekşemê di saet 13:00'an de bi wan bajar û navçeyên jêr sersaxî werin qebûlkirin.
1-Silêmanî - Stadyoma Sîrwanî Niwê
2-Hewlêr- Mizgefta Xelîl Xeyat
3-Kerkûk-Şurawî Mekteba Siyasî
4- Dihok-Hola Hacî Ehmed
5-Helebce-Hola Terbiye
6-Germiyan-Hola Serdar Caf
7-Xaneqîn-Saeyî Malbend
8-Ranya- Hola Mistefa Elî
9- Zaxo- Hola Bêdar
10-Soran- Hola Şehîd Şerket Şêx Yezdîn
11- Koyê- Tekyey Talebanî
12- Çemçemal-Hola Bunekan- Şakir Feteh
Wê li hemû taziyan lijneyek bi hevsengiya li gel parêzgehan û serokên îdareyên bajaran taziyê bi rê ve bibin û pêşwaziyê li mêvanan bikin."
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Cenazeyê Talebanî wê li Debaşan were definkirin
- Demîrtaş: Mirina Talabanî ji bo hemû mirovahî windabûnek mezin e
- Turk: Gere em xelata Mam Celal bînin cih