Diyarname
Li Norşîna Bedlîsê Seyda Abdulkerîm Çevîk di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.
Seyda Abdulkerîm Çevîk yek ji seydayên navdar bû li Norşînê. Di medreseya Norşînê de ders dida feqiyan, her wiha rê nîşanî mirovan dida. Ew li nav xelkê dihat nasîn û hezkirin. Wî alîkarî mirovan dikir, meseleyên wan çareser dikir. Li gor îdîayê du kes hatine cem ku meseleya xwe çareser bikin. Seyda Çevîk mesele çareser kiriye û piştî vê yekê kesek ji wan ku tê gotin bi karê "tefecîtî" re eleqedar bû gotiya "min û Seyda hinek bi tenê bihêlin" û wê çaxê gula bera Seyda Çevîk daye û kuştiye.
Li ser bûyerê lêkolînên polîsan didomin. Cenazeyê Seyda Abdulkerîm Çevîk rakirin morga Nexweşxaneya Norşînê û piştî otopsiyê bi beşdariya hezaran kesî li Goristana Şêx Abdurrahman Tagî hat definkirin.


