TARIQ HEMO
Berî 2 salan wekî îro, çeteyên DAIŞ´ê êrîşî Şengalê kir. Di 03´yê gelawêja 2014´an de û piştî dorpêçkirineke çend hefteyan, çeteyan herema Şengalê ya ku wek dîrok û cografya malzaroka Êzdiyan û Êzdiyatiyê tê nasîn, dan ber xwe û komkujiyeke mezin pêk anîn. Komkujiya sedsalê pêkanîn. Di encama vê êrişê de bi hezaran Êzdî bi guleyên çeteyan, ji tîna û birçînan, yan jî ji ber gerema havînê mirin. Bi hezaran jî dîl ketin destê dijmin. Trajediyeke mezin rû da. Êzdî wek ol û hebûn ket bin metirseyeke mezin. Hat ber man û nemanê.
Beriya fermanê û êrişa DAIŞ´ê, li Şengalê bi hezaran pêşmergeyên PDK´ê hebûn. Evan soza parastinê dabû Êzdiyan. Ji dema ku DAIŞ di 10.06.2014´an de Mûsil girt dest xwe û heta êrişa bi ser Şengalê ve, her dem PDK´ ji Êzdiyan re diyar dikir ku tu tirs li ser wan nîne û "12 hezar pêşmerge dê karibin Şengalê biparêzin". Milet jî baweriya xwe bi van gotinan anî. Lê mixabin ev yek derew û xapandin derket. Di encama bazarên siyasî de PDK´ê hêzên xwe bêyî ku li ber xwe bide, vekişand. PDK´ê derfet neda Êzdiyan ku xwe bi xwe biparêzin. Çek beriya êrişa DAIŞ´ê ji destê Êzdiyan derxistibû. Derfeta rêxistinbûyin û xwparastinê nedabû gel. Her wiha PDK´ê hemû aliyet û wesayitên xwe ji bo reva pêşmergeyên xwe ji Şengalê bi kar anî. Heta di prosesa revê de jî tu alîkarî nekir. Zarok, jin, kal û pîr li jêr êrişê hîştin û tenê li xelasiya endamên xwe geriya.
Di nava çend demjimêr û rojan de bi hezaran welatiyên Êzdî bûn qurban. Bê amedekarî û rêxistin hêzên YPG, YPJ û HPG di heman demê de mudaxeleyek bi lez kirin û berê xwe dan Şengalê. Ji bo vekirina korîdora insanî, van hêzan bi sedan şehîd dan. Di encama vê berxwedanê de û bi riya vekirina vê korîdorê bi sedhezaran êzdî hatin xelaskirin. Rojava ji bo pêşwazîkirina bi sedhezaran penaberên Êzdî kedek mezin da. Karekî mezin ji aliyê Rojava wek hikûmet û wek gel hate kirin.
Her çuqasî ji aliyê rêxsitinên navnetewî ve lêkolîn û rapor li ser komkujiya Êzdiyan li Şengalê hatibin kirin jî, lê dîsa jî hemû aliyên vê êrişê hîna nehatine zelakirin. Çima DAIŞ´a ku amedekariya êrişa Bexdayê dikir, berê xwe da Şengalê? Çima hêzên PDK´ê bêyî teqandina yek guleyê û dayina yek şehîdî, bê berxwedan û şer vekişiya û herêm bi cih hişt û teslîmî dijmin kir? Rola dewleta Tirk çi bû û li civîna nepenî ya li Emanê, çi got û çi pîlan kir? Heta niha PDK´ê tu lêkolîn derbarê reva hêzên xwe de nekiriye. Sedemên radestkirina Şengalê yan dagirkirina wê ji aliyê çeteyên DAIŞ´ê ve eşkere nekir. Tu berpirs û serkêşên xwe yên siyasî û eskerî neda darizandin. PDK´ê bi hemû hêz û derfetên xwe yên siyasî û ragihandinê xwest rastiyan binuximîne û xwîna Êzdiyan erzan bifiroşe.
Ji bo gelê Şengalê xwe bi rêxsitinkirin neke PDK´ê çi ji destê wê hat, kir. Rê neda Tevgera Azadiya Kurdistanê ku Êzdiyan li Şengalê birêxistin bike û wan ji bo berxwedan û xweparastinê perwerde bike. Her kadroyê vê tevgerê dema ku ji bo wezîfeyeke hişyarkirina gelê Şengalê dihat heremê, ji aliyê îstixbarata PDK´ê ve dihat girtin. Beriya êrişa DAIŞ´ê çend kadroyên PKK´ê di zindanên PDK´ê de bûn. PDK´ê xendeq jî kola bûn. Navbera Şengal û Rojava jî girtibû.
Piştî derbasbûna 2 salan di ser komkujiyê re, PDK hîna siyaseta xwe ya dijminane li dijî Êzdiyan dimeşîne. PDK çû, artêşa Tirkan anî herema Êzdiyan. Herema Şengalê xistîye bin ambargoyê û dor lê girtiye. Ji hemû peya û alîgirên xwe (axa û serokeşîr) yên di nava Êzdiyan de daxwaza şerê li dijî hêzên HPG û YBŞ´ê dike. Hîna dilê PDK´ê li Êzdiyan rihet nebûye. Ew hîna bi pere û ritbeyan hin Êzdiyan dikire. Ew Êzdiyan li dijî hev sor dike û dixwaze wan bi hev bide kuştin. PDK Êzdî firotin, îca niha dîsa dixwaze wan bikire.
Şengal piştî azadkirina beşeke mezin ji aliyê hêzên azadiyê ve, rêxistin û xweparastin nas kir. Hêza Êzdiyan li Şengalê hat avakirin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) hate avakirin. Rêveberî û xweseriyek hate sazkirin. Bi hezaran keç û ciwanên Êzdiyan îro çek rakirine û di kozikên şer de ne. Êzdiyatî û Şengal bûn xwedî kesayeteke serbixwe. Hêzên YBŞ´ê heta niha bi sedan ji çeteyên DAIŞ´ê kuştine û gelek gund û bajarok rizgar kirine. Her wiha bi sedan keç, jin û zarokên Êzdiyan ji dîlbûna di dest DAIŞ´ê rizgar kirine.
Divê hemû aliyê komkujiya Şengalê werin zelalkirin. Divê rola PDK´ê û dewleta Tirk werin eşkerekirin. Divê derfet ji bo PDK´ê neyê dayin ku ew dîsa Êzdiyan bi tenê bihêle, bê rêxistin û perwerde û bi riya çend peya û xwefiroşan hukimdariyê li ser Êzdiyan bike. Divê PDK kesysê lê neîne ku ew penaberên Êzdî ji xwe re mîna rehîne bihesibîne û civaka Êzdî li derve bi wan tehdîd bike. Divê Şengal hemû bête rizgarkirin û xweserî bête berfirehkirin û xurtkirin. Hêza YBŞ´ê divê xurt bibe û bibe xwedî bi hezaran şervan û çekên bipêşketî. Hin hêzên lokal yên Êzdiyan hene, divê ew jî cihê xwe di nava YBŞ´ê de bigrin. Ji vê komkujiyê divê îradeya berxwedan û statuyê derkeve. Ev komkujî divê dewrî serketin û berxwedanê bibe. Ew niha wiha dibe. Şengal bûye herêma berxwedan û têkoşîn.
tariqhamo@googlemail.com
03.08.2016, Yenî Ozgur Polîtîka