Diyarname
Li dor 100 hunermendên kurd li Almanyayê di konserek de hatin ba hev. Hunermendan hem konsera xwe pêşkêş kir û hem jî banga ji bo yekîtiya neteweyî nû kirin. Pereyên ji konserê hatine bi dest xistin dê ji bo rojavayê Kurdistanê bêne şandin.
Kî hebû?
Konser bi diruşma "Em bibin yek" li Ostermann Arena ya li Leverkusena Almanyayê li dar ket. Hemû nayên jimartin lê tam bi temamî dor 100 hunermendî hebûn. Ji Şivan Perwer heta Hekîm Sefkan, ji Xelîl Xemgîn heta Necmedîn Xulamî, ji Hesen Şerîf heta Kawa, Şemdîn, Comerd, Seydxan, heta Yelda Ebbasî, heta Diyar...
Hunermendan yek bi yek hunera xwe pêşkêşî mêvanan kir û paşê bi hev re stran.
Hunermend Şivan Perwer bang li partiyan kir ku berjewendiyên xwe deynin aliyek û ji bo tevahiya Kurdistanê tevbigerin.


