Diyarname
Piştî ku duh Chelsea tîma Barselona şand mala wê, îro jî Bayern Munihê tîma Real Madrid şand mala wê û her du tîm derketin fînalê.
Lîga Şampiyonan bi surprîzan didome. Êvara 25'ê mehê Barselona û Chelsea li Nou Campê hatin hemberî hev. Di maça li Îngilistanê de Chelsea bi 1-0 Barselona têk biribû. Di maçê de her kesî digot dê Barselona tûrê bavêje û derkeve fînalê. Lê wisa nebû. Barselonayê di nîveka yekemîn de du gol avêt, di vê nîvekê de ji Chelsea lîstikvan Teryy qerta sor dît û Chelsea ma 10 kes lê wan 10 kesan berxwedaneke mezin nîşan da. Berî nîveka yekem xilas bibe Chelsea golek avêt û hêviya xwe xurtir kir. Barselonayê 90 deqe gog li ber qeleya Chelsea bir û anî, her serketî bû lê di dawiyê de nekarî golek bavêje, bi ser de jî di deqeya dawî de Chelsea golek avêt, maç bû 2-2. Û Chelsa bi vê encamê derket fînalê.
Maça diduyan a fînalê jî li Barnebauya Real Madrîdê li dar ket. Di maça yekem de Bayer Munih li hemberî Real Madrîdê bi 2-1 bi ser ketibû. Di vê maçê de Realê bi 2-1 (deqîqe 5, ji penaltî gol Ronaldo, deqîqe 14 dîsa gol Ronaldo. Gola Muhê jî Arjen Robben avêt) bi ser ket lê ev yek têr nekir, ji ber ku bi vê encamê bûn wekî hev. Maç derbasî deqîqeyên demdirêj bû.
Di 30 deqîqeyên demdirêj de jî encam neguherî û bi penaltiyan tîmê serketî dê diyar biba.
Pêşî li ser navê Real Madrîdê Ronaldo çû ber gogê, lê qeleparêzê Bayer Munîhê Neuer destûr neda Ronaldo golê biavêje. Di avêtina diduyan de a Real Madrîdê de vê carê Kaka nekarî golê biavêje û Bayer di penaltiyan de bi 2-0 (Alaba û Mario Gomez) pêş ket. Dûre Xavi li ser navê Madridê gol avêt, lê ji Bayer Munihê ji lêdana Kroos û Lahm sûde negirt û Real Madrîd dîsa bi hêvî bû. Vê carê Sergio Ramos çû cem gogê lê ji dêvla gogê bavêje qeleyê avêt cem temaşevanan. Û Li ser navê Bayer Munîhê Schweinsteiger gol avêt, di penaltiyan de B. Munîh bi 3-1 derket pêş û derbasî fînalê bû.
Di fînala Lîga Şampiyonan de dê Chelsea-Bayer Munîh bi hev re bilîzin.
Her du tîm di 19'ê gulanê de li Stada Allianz Arena ya Bayern Munihê ji bo kûpayê bilîzin.
Û çend not: Li Spanyayê Real Madrîd û Barselona her reqîbên hev in, îsal her du jî nekarîn herin fînala Lîga Şampiyonan. Di nav her du tîman de Ronaldo û Messi reqîbên hev in, wekî reqîb têne nîşandayîn, duh Messi nekarî ji penaltiyê golê biavêje (ger biavêta dê Barselona bi ser biketa) Barselona têk çû. Îro Ronaldo nekarî penaltiyê biavêje, ger biavêje bi wê moralê dibe ku penaltiyên din jî bibana gol û R.Madrîd derketa fînalê. Lê di dawiyê de ev yek tiştek ji serketina Chelsea û Bayer Munîhê kêm nake.